Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gultan Kişanak li Zîndanê Pirtûkekê Dinivîse


Hevşaredara Dîyarbekir a Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Gultan Kişanak di girtîgehê de pirtûkek nivîsand.

Pirtûka Kişanak 21’ê Îlonê bi navê "Rengê Xemrî ya Sîyaseta Kurd" derket.

Mijara pirtûkê li ser rêwîtîya siyasetê û tekoşîna 22 jinên Kurd e. Ji sala 1990 bi damezirandina Partîya Kedê ya Gel (HEP) heta niha, tekoşîna jinan a dîrokî û sîyasal xuya dike.

Kîşanak,ev pirtûk bi riya nameyên ji girtîyên sîyasî yên jin hatin, amade kirîye. Di nav van jinan de Hevseroka berê ya HDP’ê, Fîgen Yuksekdag, parlementera niha ya HDP’ê Leyla Guven ji di nav de 22 sîyasetmedarên Kurd cih digre.
Kişanak jiber ku di girtîgehê deye, nikare vê pirtûkê îmze bike. Jiber vê yekê, Meclîsa Jinan ya (HDP) bi navê "Jin bi Gultan re tên ba hev” rojên îmzeyan lidar dixin.
Piştî Enqere jin li navçeya Beşîktaşê ya Îstenbulê li pirtûkxaneya Mephîsto hatin ba hev.

Ji van kesan Parlementera HDP’ê a Îstenbûlê Fîlîz Kerestecîoglu girîngîya pirtûkê anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Rporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG