Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîn Aktar: Operasyona Doza Kobaniyê Biryareke Sîyasî ye


Emîn Aktar

Serdozgerîya Enqerê li ser bûyerên Kobanê operasyoneke berfireh li ser sîyasetvanên Kurd da destpêkirin ku di heqê 82 kesan de biryara binçavkirinê da.

Heta niha Ayhan Bîlgen, Altan Tan, Emîne Ayna û Ayla Akat Ata jî di nav de 20 kes hatin desteserkirin. Serdozgerî di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku bûyerên Kobanê li ser banga rêvebirên rêxisitina KCK/PKK û hin rêvebirên partîyên sîyasî pêk hatîye û 82 kesan ji kuştina 29 mirovan sûcdar dike.

HDP li dijî vê operasyonê got ''Ev biryar li Lijneya Ewlehîya Netewî hatîye girtin û tifaqa AKP – MHP her ku têk diçe dixwaze opozisyonê tasfiye bike.''

Serokê bere yêBaroya Amedê Evukat Mehmet Emin Aktar jibo Dengê Amerîka behsa vê dozê kir û destnîşan kir di sala 2014an de lêpirsîna Bûyerên Kobanê destpêkir.

''Dosyeya parlamenter û endamên rêvebiriya HDPê jihev hat veqetandin. Piştî doz vebû Ayhan Bîlgen û Meral Daniş jiber ku mafê wan hatîye binpêkirin serî li Dadgeha Destûra Bignehîn xistin ku dadgehê jibo wan qirar da'' got Aktar.

Wî destnîşan kir li Selahattîn Demirtaş jî ji bûyerên Kobanê du caran doz hatîye vekirin ku got ev li dijî yasayê ye.

'Aktar îda kir ' Operasyona doh jî ne lêpirsinek hiqûqî ye sîyasî ye'' û di bingeha meselê de jî guhertina pergala Tirkiye dibîne.

''Hikumet û dewlet dixwaze ji 2009an heta 2015an çi hewildanên jibo çareseriya pirsa Kurd heye bi van operasyonan bidejibîrkirin. Çi kurdên ku di wê prosê de rol girtine wan ceza bike. Hikumet naxwaze Xabûr an jî hevdîtinên îmralî bê pêş wê...''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00



XS
SM
MD
LG