Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Dawî li Dor Kuştina Heft Endamên Malbateke Kurd li Konyayê


Malbata Dedeoglu ya ku doh Înê rastî êrîşekê hatibû û di encamê de heft kes jê hatin kuştin, ew ji heyşt kesan pêk tê.

Malbat ji Dayik, bav, sê keç û sê kuran pêk tê. Dayik û bav û du kur û sê keçan hatin kuştin û tenê kurek zindî maye ji ber ku ew ne li mal bû.

Peyamnêrê dengê Amerîka li Enqerê Eyyûp Demir got ku kurê malbatê Çetîn Dedeoglu wê rojê ji mal derketibû ku biçe Ewrupayê. Piştî bihîstina nûçeya kuştina malbatê Çetîn vegeriya mal.

Arol Şan ku pismamê Bavê malbatê Yaşar Dedeoglu ye, li pêş nexweşxaneya Konyayê ji Dengê Amerîka re ev êrîş wek komkujiyekê da zanîn.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvîna Xalid Fettah li gel Eyyûp Demir fayla deng veke

Hevpeyvîna Xalid Fettah li gel Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:48 0:00


XS
SM
MD
LG