Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun Daxuyanîya Erdogan Ya Li Ser Pirsgirêka Kurd Dinirxîne


Vahap Coskun
Vahap Coskun

Serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kilidaroglu, berîya çend rojan di daxuyanîyek de got ‘’Ew dikarin pirsgirêka Kurd bi HDPê re çareser bikin’’ û weke navnîşan parlemento destnîşan kir.

Li ser vê nîrxandina wî di sîyasetê de nîqaşên ‘Muhatab HDP an îmralî ye?’ destpêkirin.

Çav li nîrxandina Serokomarê Tirkîye bû ku li New Yorkê li ser pirsa rojnamevanan got ‘’Li Tirkîye Tifaqa Komarî tekane navnîşana çareserîya vê pirsgirêkê ye, weke tifaq em tekoşîna çareseriya vê pirsgirêkê didin, di kitêba me de yekîtî, pêkvejîyan, biratî heye û em li ser van rêgezan dimeşin. Li Tirkîye pirsgirêka Kurd nîne, me ev mesele ji mêj ve çareser kir, li pişt xwe hişt, yên ku ji yekîtî, biratî, pêkvejîyanê bawer dikin, bila kerem bikin em li ser vê rêyê bihevre bimeşin.’’

Berdevka HDP Ebru Gunay bersiva Erdogan da got ‘’Ya ku çareser bûye ne pirsgirêka Kurd e, lê desthilatîya we ya jihevketî dê çareser bibe.''

Şîrovekarê Sîyasî, mamosteyê Zaningeha Dîcleyê Vahap Coşkun daxuyanîya Serokomarê Tirkîye jibo Dengê Amerîka nîrxand.

‘’Erdogan dibêje ‘min rewşa awarte û hin astengiyan li pêş kurdî rakir.’ Dema bi vê nêrînê dinêre, li gorî wî pirsa Kurd jî çareser bûye. Lê ev baweriya Erdogan, di nav civakê de, di warê sîyasî de, rastîya xwe nabîne, jiber ku gelek alî û encamên wê yên sîyasî û civakî hene. Rêxistineke çekdarî heye. Ev jî bi gotinê çareser nabin.’’

Coşkun daxuyakirin, li Tirkiye gelek pirsgirêk, bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd distîne ku operasyonên Tirkîye yên li ser İraq û Surîye bixwe jî encama vê pirsgirêkê ye.

Li gorî bawerîya Coşkun, tifaqa bi MHP re, daxûyanîyên li dijî Kurdan dê bandora xwe li ser Kurdên ku dengê xwe didin AKPê çêke.

''Wekî berê ew Kurd êdî ne bêalternatîf in jibe rku neha du partîyên din, DEVA û Gelecek Partî hene. Kurdên ku ji van poltîqayan aciz dibin dê berê xwe bikin ser rêya van partîyan.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00


XS
SM
MD
LG