Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekmen: Pêwîste Kêşeya Kurdî Li Tirkiyê Di Parlemanê De Çareser Bibe


Mehmet Emîn Ekmen
Mehmet Emîn Ekmen

Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ji alîyê hin partîyan ve neyê pejirandin jî, lê alîkarê serokê giştî yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen radigîhîne ku ev mesele pêwîste di meclîsê de were çareserkirin.

Ekmen dêbêje, “Di meclîsê de zimanê Îngilîzî, Erebî, Fransî gava tê qisekirin tiştek nayê gotin, pêwîset ku jibo zimanê Kurdî jî himan tişt bibe.”

Li Tirkiyê piştî ku partîya desthilat AKP’ê pêvajoya aşitîyê dawî kir, pirsgirêka Kurd jî car din di rojeva partîyên sîyasî de cîyê xwe di nû de girt.

Ji AKP’ê grubek kes veqetîyan û berî du salan di bin serokaktîya Alî Babacan de Partîya Pêngav û Demokrasîyê (DEVA) damezirandin.

Ev partî dema hate avakirin yekser di bernama xwe de di rûpela destpêkê de behasa çareserîya pirsgirêka Kurd kir.

Di rojên borî de jî serokê giştî yê DEVA’yê Alî Babacan ragihand ku Kurd di meclîsê de ne, lê zimanê wan li meclîsê nîne, di dema wan de ewê zimanê Kurdî jî têxin meclîsê.

Alîkarê serokê giştî yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jibo Dengê Amerîkayê him pirsgirêka Kurd û him jî gotinên Babacan şîrove kirin.

Ekmen got:

“Xebatê zimanê meclîse Tirkiye. Lê gava Kurdek di kursîya meclîsê de tiştek qise bike, gotinên pêşîyan bi Kurdî bibêje, hestê xwe Kurdî dîyar bike, ev ziman di meclîsê de wek zimanekî nedîyar (X) tê qeydkirin. Ev rast nîne. Gava bi Îngilîzî, Erebî, Fransî tê qisekirin kesên wergêr yekser vîya werdigerîne û ev ziman wek zimanekî nedîyar nayên hesibandin. Pêwîste ku himan tişt ji bo Kurdî jî were çêkirin.”

Ekmen ragihand ku partiya wan DEVA di nav Kurdan de her ku diçe dibe xwedana hêzekê. Ew di nav Kurdan de sedama firehbûnê wiha dîyar dike:

“Li Tirkiyê gava demokrasî teng dibe, berê partîyan jî vedigere alîyên Kurdan. Sedema vî jî ewe ku Kurd qîymeta demokrasîyê bêtir baş dizanin. Em jî dixwazin ku li gel Kurdan bi awayekî ji dil, bi îstîkrar pêwendîyên xwe pêşbixînin. Wek jibo her kesî bi taybet jî jibo Kurdan em demokrasîyê dixwazin. Ev yek jî vêna Kurdan alîyê partîya me ve vekdikşîne.”

CHP di serî de, hin partîyên opozîsyonê parlementoyê cîyê çareserkirina pirsgirêk Kurd dîyar dikin.

Mehmet Emîn Ekmen jî himan tiştî nîşan dide û nêrînê xwe wiha vedibêje:

“Li gorî me di parlementoya bi hêzkirî de pirsgirêka Kurd pêkane were çareserkirin. Di nav xalê azadî û mafên mirovan yên esasî de vê meselê em dixwazin çareser bikin. Dîsa rêveberîya herêmî û sîstema qayîman ev pirsgirêk bêtir xirab kirîye. Emê vê meselê di bin sernavê pirsgirêka Kurd de na, di bin sernavê Sîstema Demokratîk de dixwazin çareser bikin.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG