Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Parlemanter û Girtiyên Kurd Gireva Birçîbûnê Bidawî Tînin


Leyla Guven
Leyla Guven

Jimarek Parlemanterên Kurd û bi hezaran girtiyên ku tevlî gireveka birçîbûnê bibûn, çalakiya xwe bidawî anîn piştî banga rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulla Ocelan.

Parlemanterekî HDPê di konferanseke rojnamevanî de îro Yekşemê li bajarê Diyarbekir ev yek ragihand.

Parlemantera HDPê Leyla Guven berî 200 roj dest bi gireva birçîbûnê kir ji bo rakirina tecrîda li ser Ocelan.

Piştî serdana parêzerên wî, Ocelan di daxuyaniyeka ku di konferanseke rojnamevanî hate xwendin de got:

“Hevalên ku pêgirbûn bi gireva birçîbûnê û rojiya mirinê, ez pêşbîniya wê yekê dikim ku hûn xwepêşandanên xwe bidawî bînin.”

Tê zanîn piştî nêzîkî 8 salan desthilatdarên Tirkiyê rê da parêzerên Ocelan ku serdana wî bikin û çavdêr pêşbîniya wê yekê dikin ku ev destpêka proseyeke nû ya aştiyê be li Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG