Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Doza Azadkirina Hevşaredar Selçuk Mizrakli Dibe


Yekitiya Doktorên Amedê, Baroya Amedê û Komeleyên Mafê Mirovan, herwiha Hewildana Azadiya Ramanê û Hewildana li dijî Sucê Ramanê, berîya doza Selçuk Mizrakli li Amedê daxuyaniyek dan û xwestin ku Mizraklî bê azadkirin.

Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku piştî hewla derbeyê heta hilbijartina 31ê Adarê 95 şaredarên HDP ji kar hatin dûrxistin. Di 31ê Adarê de jî 32 şaredar, 70 endamên meclisên şaredariyan û mixtar jikar hatin dûrxistin piraniya wan hatin girtin.

Hat destnîşankirin di herdu deman de jî şaredariya bajarê mezin ya Amedê bi bi taybet hedef hatiye girtin.

Herwiha tayinkirina qayuman jî weke sûcên li dijî destûra bingehîn binav kirin û îdia kirin girtina şaredaran û tayinkirina qayûman bi fermana Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye wê rûniştina doza Selçuk Mizrakli roja Duşemê li 9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê were dîtin.

Dozgeriya Amedê bi tawana endamtîya rêxistina terorê ji 7 salan heta 15 salan cezayê hepsê jibo Mizrakli dixwaze. İdidanameya Mizrakli li ser gotinên itirfaçiyek ku ji PKK reviyaye hatiye amadekirin. Ew itirafçi îdia dike Mizrakli dema li nexweşxaneyek taybet doktor bûye, endamek PKK emeliyat kiriye.

Herwiha di idianameyê de rêevbiriya komeleya Sarmaşikê, endamtiya KCD û beşdariya civin û çalakiyên HDP û KCD jî weke sûc hatine destnîşankirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG