Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Girtina Rojnamevanên Kurd Didome


Îro Sêşemê 11 rojnamevanên din yên Kurd li seranserê Tirkîyê di operasyoneke hêzên ewlekarîyê de hatin girtin.

Li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Mêrsîn, Ruha, Enqere û Stenbolê, her 11 rojnamevan di heman demê de ji alîyê polîsê Tirkîyê ve hatin girtin.

Hikûmeta Tirkîyê dibêje ku desteserkirin beşek in ji operasyoneke dijî terorê.

Rojnamevanên ku hatine girtin hemû Kurd in û ligel dezgehên wekî Ajans Mezopotamya û JIN News kar dikin.

Enstîtuya Rojnamegerîya Navnetewî (IPI) di daxuyanîyekê de got ku desthilatdarên Tirkîyê hergav qanûnên dijî terorê wekî behane bikar tîne jibo ku rojnamevanan bike armanc.

Rêxistina ku bingeha wê li Vîyena ye, bang li hikûmeta Tirkîyê kir van 11 rojnamevanan û yên din ku berê di zindanê de demûdest azad bike.

Ofîsa Rêvebirîya Giştî ya Ewlekarîyê li Enqerê di daxuyanîyekê de got ku operasyona wan ser bingeha qanûna dijî terorê bû jiber ew 11 bergumanên hatine girtin peywendîya wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye.

Dicle Muftuoglu, hevseroka DFG'ê.
Dicle Muftuoglu, hevseroka DFG'ê.

Dicle Muftuoglu, hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dicle û Firatê (DFG), ji Dengê Amerîka re got ku di dema girtinê de hêzên ewlekarîyê tifingên xwe rastî serê rojnamevanên kirin, lêdan li wan kirin û destên xwe danîn ser alavên wan yên rojnamegerîyê.

Hefteya borî, parlemana Tirkîyê qanûna medyaya civakî, ku bi navê Qanûna Dezenfermasyonê tê zanîn, erê kir. Pispor û rêxistinên mafên rojnamegerîyê dibêjin ev qanûn hewildana herî dawî ya hikûmeta Tirkîyê ye jibo sansurkirina rojnamegerîya serbixwe.

Muftuoglu got ku rojnamevanên Kurd qurbanîyên pêşî yên bicîhanîna vê qanûnê bûn.

“Wekî rojnamevanên Kurd, emê bêdeng dijî van êrîşan nemînin. Emê nivîsîna rastîyê bidomînin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Emê têkoşînê bikin heta ku rojnamevan bên berdan.”

Muftuglu herwiha da zanîn ku hikûmeta Tirkîyê van operasyonan pêk tîne "da ku rastîya şerê ku li Kurdistanê dike veşêre û di hilbijartinan de têk neçe."

Erselan Aktan parêzerekî Kurd li Stenbolê ye ku dê nûnertîya çaran ji 11 rojnamevanên girtî bike. Ew dibêje ku girtina van rojnamevanan ne qanûnî ye û eger doz jibo wan were vekirin ewê bêsûc bên derxistin.

Parêzerê Kurd Erselan Aktan.
Parêzerê Kurd Erselan Aktan.

“Lê di demeke ew qas girîng de, di pêşiya hilbijartinan de bi dehan rojnemavan heta ku dozên wan tên dîtin, wê di hepsan de bimînin. Wisa xuya ye ku ya hikûmet dixwaze jî ev e,” Aktan ji Dengê Amerîka re got.

Wî got jiber ku hilbijartinên giştî li Tirkîyê nêzîk dibin û rewşa aborî ya welêt xirab bûye, hikûmet dixwaze bi qanûnên wekî qanûna dezenformasyonê axaftina ser wan pirsgirêkan qedexe bike.

“Ev qanûneke bê sînor e û ne li gorî peynama mafên mirov ya Ewrupa ye. Hikûmet wan qanûnan herî pêşî li dijî rojnamevanên Kurd bi kar tîne. Bi vê jî mixabin, dixwaze ku raya giştî gane bike,” Aktan da zanîn.

Tirkîyê li ser asta cîhanê yek ji xirabtirîn welatan e di warê azadîya rojnamegerîyê de.

Li gor Endeksa sala 2022’an ya Azadîya Rojnamegerîyê ku ji rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) ve tê amade kirin, Tirkîyê di rêza 149’an de cîh digire ji nav 180 welatan.

XS
SM
MD
LG