Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

211 Rewşenbîrên li Tirkîyê Dijî Qanûna Sansurê Bertek Nîşan Didin


Rojnamevan li parlemana Tirkîyê pejirandina Qanûna Dezenfermasyonê protesto dikin.
Rojnamevan li parlemana Tirkîyê pejirandina Qanûna Dezenfermasyonê protesto dikin.

Li Tirkîyê piştî ku Qanûna Medya Civakî (Qanûna Dezenfermasyonê) di Civata Giştî ya parlamenê hate pejirandin, gelek sazî, rexistin û kestî hemberî vê gavê bertek nîşan didin.

Herî dawî 211 wêjekar û nivîskar li hemberî Qanûna Dezenfermasyonê bi daxuyanîyeke nerazîbûnên xwe dîyar kirin, ku di nav wan de kesên navdar jî hene.

Nivîskar û wêjekar Qanûna Dezenfermasyonê wek “Qanûna Sansurê” bi nav dikin û dibêjin ku ew vê yekê qebûl nakin.

“Em qanûna sansurê red dikin. Em dibêjin ku hemberî derewên zordestan, rastîya gel û cîhanê heye!”

Di nav kesên ku îmza dane de; nivîskar Orhan Pamuk, Zulfu Lîvanelî, helbestvan Ahmet Tellî, Adnan Ozyalçiner hene.

Rewşenbîrên îmzaker rexnêyên xwe bi vî rengî anîn ziman:

“Em wek wêjemend û nîvîskar, ev qanûna sansurê ku welatê me ber bi tarîyê ve dikşîne red dikin. Pêdivîya gelê me ne bi tarîyê, lê bi rewşenîyê heye. Li hemberî zordestan em jî dibêjin ku bila rastîya gelê me û dinê ser bikeve.”

Qanûna Medya Civakî, nêzî çar mehan berê, berîya ku parlamena Tirkîyê bo betlaneyahavînê navberê bide ji alîyê AKP, MHP û BBP’yê ve hatibû pêşnîyar kirin.

Ev sê hevparên Îtîfaqa Komarî, piştî ku parlemen vebû yekser ev qanûn careke din anîn rojevê û bi yek dengî jî pesend kirin.

Dîmeneke ji parlemana Tirkîyê ku qanûneke nû ya medyayê (Qanûna Dezenfermasyonê) nîqaş dikin.
Dîmeneke ji parlemana Tirkîyê ku qanûneke nû ya medyayê (Qanûna Dezenfermasyonê) nîqaş dikin.

Partîyên opozîsyona Tirkîyê her çiqas dijî vê qanûnê derdikevin jî, hêza wan ya li parlamanê têr nekir ku ew pêşî li vê qanûna sansurê bigirin.

Li gor vê qanûna nû, heke kesek yan jî sazîyeke ragihandinê ser ewlekarîya Tirkîyê "bi armanca avakirina tirsê û xirakirina nîzama giştî" nûçe û agahîyên xelet û derew belav bikin, ewê rûbirûyê ji yek heta 3 salan cezayê girtîgehê bimînin.

Lê, hiqûqzan dibêjin ku ne zelal e ku “nûçe û agahîyên xelet û derew yan xapînok" çi ne û qanûn rê li ber dadgehan vedike ku dadwer û dozger bê pîvaneke zelalkirî, li gor xwe wê xalê şîrove bikin.

Desthilatî her çiqas vê qanûnê wek “Qanûna Dezenfermasyonê” bi nav bike jî, sazîyên medya, rêxistinên sivîl û mafên mirovan bi gelemperî wê mîna qanûna sansurê bi nav dikin.

Civata Ewrupa ya Yekîtîya Ewrupa (YE) jî bi daxuyanîyeke “Qanûna Dezenfermasyonê” ya Tirkîyê bi rengekî tund rexne kir.

Civatê dîyar kir ku welatên ku endamên wê ne divê li gor pîvanên Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa tevbigerin û rêbazên Civata Ewrupa bi cîh bikin, ku Tirkîye ji sala 1950’î vir ve endam e.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

211 Rewşenbîr Bertek Nîşanî Qanûna Qanûna Medya ya Sansûrê ya Tirkîyê Didin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00
XS
SM
MD
LG