Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclisa Tirkiyê Zimanê Kurdî Înkar Kir û HEZKURD li Dijî wê Derket


Parlementerên HDP dema di meclisa Tirkiyê de bi Kurdî qise kirin, di zabitên meclîsê de Kurdî zimanekî “nenasber” hate qeydkirin.

Li gorî rewşenbîr û sîyasetvanên Kurd ev yek înkarkirina Kurdan û zimanê Kurdan tê pênasekirin.

Li ser vê helwesta Meclisê, berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) parêzvan Sûphî Ozgen, ji bo ku ev înkarkirin bê rakirin bi daxwaznameke di 23 Avrêlê 2020 an de serî li serokê Meclisa Tirkiyê Mustafa Şentop dabû.

Piştî ku serokê Meclisê Şentop bersîv neda, cara duyem jî bi daxwaznameyeke din serî li Şureya Dewletê xist ku ev neheqî ji holê bê rakirin û statûya zimanê Kurdî jî bê naskirin.

Sûphî Ozgen
Sûphî Ozgen

Bi ya Ozgen, li gorî hiqûqê û mafên mirovan pêwîste ku ev xeletî ji holê bê rakirin. Ozgen vê yekê wiha radigîhîne:

“Di zabitê meclisê de ji bo zimanê Kurdî zimanekî wek nenas tê pênasekirin. Eva him înkarkirina Kurdan e û him jî tiştekî şerm e. Armanca min jî ew e ku ev xeletî di warê hiqûqî û mirovî de ji holê bê rakirin.”

Bi ya Ozgen dema dewleta Tirkiyê hatibû damezirandin înkarkirina Kurdan jî tunebû, lê dû ra Kurd hatine înkarkirin. Ozgen vê yekê jî wiha tîne ziman:

“Dema Tirkiye hate damezirandin di makezagonê de Kurd nehatin înkarkirin. Di meclîsê de mebûsên Kurdan re digotin Mevbûsên Kurdistanê. Lê mixabîn piştî demeke Kurd hatin înkarkirin û ev polîtîkaya wan hê jî didome.”

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) parêzvan Sûphî Ozgen, heta ku vê armanca xwe cîbicî bike dixwaze têkoşîna xwe bidomîne û dibêje heke li Tirkiyê di warê hiqûqî de derî bên girtin ewê ev car jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê bide.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG