Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîyên Demokratîk Li Enqerê Daxwaza Zimanê Kurdî Dikin


Li gorî pisporên ziman tê ragihandin ku li Tirkîyê zimanê Kurdî ber bi asta tunebûnê ve diçe.

Rêveber û mamostayê Komeleya Ziman Çand û Huner (ANK DER) Umît Bozan ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heke Kurd li Tirikîyê li zimanê xwe xwedî dernekevin dê zimanê wan winda bibe.

Wî got, “Eva sed sale ku dewleta dixwaze ku Kurdan bi zimanê wan re tune bike. Pêwîste ku em Kurd hewil bidin ku Zimanê Kurdî li Tirkîyê bikin zimanekî fermî. Heke em vî mafî bi dest nexînin dê zimanê me jî berbi tûnebûnê ve biçe.”

21 Rêşemîyê her sala wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê tête pîrozkirin.

Umit Bozan
Umit Bozan

Li ber nêzîkbûna vê rojê rayedar û endamên rêxistinên demokratîk ku balê bi taybet bikşînîn ser zimanê Kurdî, di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Baska Enqerê de civîyan.

ÎHD her meh bi mijareke taybet dicive. Di vê mehê de ji li ser babeta “Zimanê Zikmakî Mafê Mirovan yê Esasîye” kombûn.

Serokê ÎHD’ê yê Baska Enqerê Hatîm Kanat ragihand ku pêwîstya vê erdnîgarîyê bi aşitî û aramîyê heye, jibo vî jî Kanat amaje kir ku rêya hemû serastkirinan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de derbas dibe.

Rêvebera ÎHD’ê Şevîn Koçak jî ji Dengê Amerîkayê re axivî û li ser pirsgirêkên zimanê zikmakî sekinî û got:

“Li pêşîya zimanê zikmakî astegnîya herî mezin xala 42’yemin ya Destûra Bingehîn e. Ji bo vî jî ev xala 42’emîn pêwîste ku were rakirin.”

Sevinc Kocak
Sevinc Kocak

Di xala 42an de, “Hiç kesek ji mafê xwendin û perwerdehê wê dur nekeve” were gotin jî lê Koçak radigîhîne ku ev yek di bin kontrola dewletê de tête dîyarkirin û bi tevahî jî mafê zimanên zikmakî ji holê radike.

Umît Bozan dide xuyakirin ku li Tirkîyê gelek ziman hebin jî lê bandora dewletê herî zêde li ser zimanê Kurdî xwe dîde der.

“Em bi derfetên xwe ana dersên zimanê Kurdî didin, lê a rastî eva erka dewletê ye, lê mixabîn dewlet di vî warî de ti gaveke navêje. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanekî resmî pêkan nîne bi derfetên takekesî an jî komelayan ev pirsgirêka zimanê Kurdî çareser bibe.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG