Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Partiyên Kurdîstanî Daxuyanek Belav Kir


Neh partî û pêkhateyên Kurd li Tirkiyê, di nav de HDP, PSK, û PAk daxuyaniyeke hevbeş li dor operasyona Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin neyartiya dewleta Tirkiye jibo xebata gelê Kurd heye û sedemên êrîşên dawî jî ev neyartî ye.

Partî dibêjin ev operayson dewam bike dê dikare bibe sedema êrîşên nîjadperestan bi ser Kurdan û operasyon û ecamên wê dikare alozî û girjiya nav gel kûrtir bike.

Serokê Partiya Sosyalîsta ya Kurdistanê Mesût Tek jibo Dengê Amerîka behsa giringiya civinê kir.

Seroka İyi Partî Meral Akşener roja destpêka operaysona Tirkiye banga yekitiyê kir û got "Îro ne roja cudatiya partîyan e, roj roja ala sor ya Tirkiye ye"

Birêz Tek dibêje "xwezî hemî Kurd bi reng û dengê xwe de di bin alaya rengîn de bêne ba hev. heta ku bi nirxên hevbeş sirûdên hevbeş nebin yek ev hewlên ku didin jî naçe serî."

Serokê PDK'a Bakûr Sertaç Bûcak jî îfade dike ku yek rê tenê heye li pêş partiyan ku ew meşa bihev re ye jibo netewî û demokrasiyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:52 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG