Pirsgirêka Kurd li pêşîya sîyaseta Tirkîyê wek astengeke mezin xwe dîyar dike. Di vî warî de rewşenbîrên Kurd dema vê yekê dinîrxînin didin xuyakirin ku hek ev mesele neyê çareserkirin enerjîya Tirkîyê wê betal biçe.
Hevdîtina ku di navbera AKP û HDP’ê de çêbû, teqîna ku li Stenbolê pêk hat di navbera Kurdan de jî bi germahî tê gotûbêjkirin.
Lêkolîner û nîvîskar Mufît Yuksel vê yekê gava jibo Dengê Amarîkayê dinîrxîne radigîhîne ku heke pirsgirêka Kurd li Tirkîyê neyê çareserkirin wê rewşa Tirkîyê di dahatûyê de bêtir xirab bibe. Yuksel geşedanê dawî jî manîdar dibîne û hestê xwe wiha dîyar dike:
“Pirsgirêkên ku li Tirkîyê diqewimin her ku diçe ser tê girtin. Ev jî bivê nevê vanan her roj mezin dike. Li ser van pirsgirêkan pêwîste gavên erênî werin avêtin. Heke wiha biçe dê bêtir êşên mezin pêk werin. Jibo vî jî barê giran dikeve ser milên AKP’ê û HDP’ê.”
Di heftên borî de di navbera AKP’ê û HDP’ê de hevdîtin hatinbûn çêkirin. Serokê Giştî yê MHP’ê jî ev hevdîtin bi awayekî erênî pesend kiribû.
Lê piştî teqîna Stenbolê, di nav sîyaseta Tirkîyê de bi awayekî demkî be jî rawestînek pêk hat. Lêkolîner Yûksel, ev hevdîtin, wê di rojên pêşîya me de dê çi şiklî bigre wiha nîrxand:
“HDP jî mecbûre ku ji bona mûzakereyê bi AK Partîyê re rûnê. Lê AK Partî bi tena serê xwe nikare serkeve. Ew jî mecbûre ku bi HDP’ê re rûnê û mûzakere bike. A rastî her du sîyaset jî ana di bin tengasîyeke de ne. Lê heke pêkve têkevin nav hewildaneke wê gavê pêkane ku him pîşîya herdûyan vebe û him jî di warê çareserîya pirsgirêka Kurd de geşedanekî erênî çêbibe.”
Lêkolînvan û Nîvîskar Yuksel, di dema pêvajoya çareserîye de gavên ku hatibûn avêtin de gelek xeletîyan dîyar dike. Yuksel radigîhîne ku sîyaseta xendekan çiqas xeletbû, di mesela Kurd de destpêkirina bergirîyên ewlekarîyê jî ew qas çewt bûn. Yûksel di vî warî de jî cî dide van şîroveyan:
“Di pêvajoya çareserîyê de herdû alîyan jî xeletîyên mezin kirin. Ne yek alî herdû alî xeletbûn. Di mesela xendekê de ewan hev û din ti car fem nekir û kêmasîyê wan gelek bûn. Bi ya min pêkane ku pêvajoyeke nû jibo çeresereserkirina kêşa Kurd were avêtin. Lê bi şêwazê berê na, ez bawerim wê bi şiklekî nû were rojevê.”
Lêkolînvan û nivîskar Mufît Yuksel di vî warî de herdû alîyan jî hişyar dike û dide xuyakirin ku bi sîyaseta hişk ti kesek an jî ti hêlek nikare ku serkeftî bibe. Yuksel bangî AKP’ê û HDP’ê jî dike û dadidexuyakirin ku heke çeraserîyeke çênekin wê zirareke mezin bide gelê Tirk û Kurd.