Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Bîlgen: Pirsgirêka Kurd Bi Înkarkirinê Çareser Nabe


AYHAN BILGEN
AYHAN BILGEN

Serokê Giştî yê Partîya Serdemazêrîn ya Dengê Tirkîyê (Partîya SES) Ayhan Bîlgen, li Enqerê di bin sernavê “Daxwaza Rewa ya Kurdan û Girêka Gordîyon, Çareserîyeke Çawa?” de nêrîna partîya xwe pêşkêşî raya gel kir.

Bîlgen, di axaftina xwe de li ser jibo lihevhatina civakî pêwîstî bi navbeynkarîya sîyasî ya çawa heye, dînamîka herêmî ya Kurdan gelo dê bikaribe ji Tirkîyê re bibe çavkanîyeke hêzê, li hemberî guhertina sosyolojîya Kurdan divê tudûtûjî û parçekirin wê bibe an na rawestîya.

Bîlgen, di pêşkêşkirina xwe de li ser înkarkirina Kurdan jî rawestîya û got:

“Demekê digotin Kurd tunene, zimanê Kurdan nîne, Kurd civakeke cûda nînin û bi her awayî Kurd dihat înkarkirin. Ev mesele jî wek meseleke ewlekarîyê dihate dîtin. Lê li hemberî vê vîneke din derket û got ku di vî welatî de Kurd hene û pirsgirêka Kurdî heye. Îro jî em dibînin ku ev alozî hêjî berdewam dike.”

Bîlgen, dide xuyakirin ku êdî ne Tirkîyê wek Tirkîyeya berê ye û ne jî Kurd Kurdên berê ne, jibo vê jî Bîlgen pêşnîyar dike ku ev mesele bi zarekî çareserîyê were helkirin.

“Di salên 1990an de gengeşeyên ku li ser pirsgirêka Kurd dihatin kirin em îro bi wan nikarin birêva biçin. Tirkîye jî Kurd jî êdî gorîne. Dikarim bêjim ku Rojhilata Navîn jî êdî ya berê nîne. Jibo vê jî di warê çareserkirina vê meselê de vîneke nû pêwîs dike.”

Nêzîkî 40 sal e ku li Tirkîyê pozberîyek di navbera hêzên Kurd û Tirkîyê de berdewam dike. Ayhan Bîlgen li ser vê mijarê jî rawestîya û jibo çareserîyeke mayînde ji herdû alîyan jî dawîkirina van pozberîyan kir. Bîlgen di vî warî de hestê xwe wiha anî ziman:

“Her çawa dibe bila bibe, bedelê wî çi dibe bila bibe êdî lazime ku ev pozberîya ku heye jibo aştîyeke mayînde were dawîkirin. Ev yek him ji bo berjewendîyên Tirkan û him jî jibo berjewendîyên Kurdan e.”

Bîlgen di dawîya axaftina xwe de bal kişand ser deverên Kurdan jî. Bîlgen ragihand ku Kurd bes di nav sînorên yek dewletê de nînin, ji ber vê jî ev pirsgirêk pirsgirêkeke giştîye.

Wî got, “Îro em lê dinhêrin li Sûrîyê, li Îraqê, li Îran û Tirkîyê Kurd hene. Ev mesele ne meseleka bes dewletekê ye, pirsgirêkeke tevahî ye. Ji ber vê jî çereserîyeke bi hev re pêwîste. Em wek Partîya SES dixwazin ku di çareserîya vî de navbenkarîyeke bikin.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG