Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) reqemên sala 2019 ya meha Adarê eşkere kir.
Li gorî reqemên TUÎK’ê, di sala 2019 an de hejmara betalîyê li gorî sala borî %7,5 zêde bûye û beranberbûyîna hejmara wî jî 1 mîlyon û 334 kes e. Ana li Tirkîyê 4 mîlyon û 544 kes betale û rêjeya beranberbûyîna betalîyê jî tevahî %25,2.
Rêjeya betalîyê ya herî zêde di nav kevsên cîwanan de ye. Ew jî kesên ku temenê wan di navbera 15-24 an de cî digrin.
Ev jî nîşan dide ku li Tirkîyê bilindbûyîna rêjeya betalîyê ji bo cîwanan di vî warî de xetereke jî dîyar dike. Aborînas Nurettîn Sonmez vê geşedana zêdebûyîna betalîyê bi sîyaseta Tirkîyê ve girê dide û dibê demên pêşîya me de ev rêje dê bilintir be:
“Li Tirkîyê rêjeya betalîyê her ku diçe zêde dibe. Sedama vî ya esasî sîyaseta ku li Tirkîyê tê meşandin bi wî ve girê dayîye. Dema em bi qisedanên sîyasetmevana temaşe dikin mirov dibê qey diçin şer. Evana jî bi vê nevê kesên ku li Tirîyê razemenîyê wan heye ewan ditirsîne û direvîne. Ev jî hejmara betalan zêdedir dike.”
Aborînas Sonmez, di alîyê aborîyê de rewşa Tirkîyê baş nabîne û dibêje heke wiha biçe bes wê li gel qeyrana aborî qeyrana derûnîjî li Tirkîye derxîne pêş:
“Em dibînîn ku rêjeya betalîyê de tesîra herî mezin li ser cîwanan derdikeve pêş. Hêvîya cîwanan li Tirkîyê her ku diçe kêm dibe. Êdî bawer nakin ku ji xwe re kar bibînin, ji bo vî jî li kar jî nagerin. Ev yek jî wisa dîyar dike ku li ser cîwanan de wê qeyrana derûnî jî vede.”
Sedema betalîyê Sonmez bi qeyrana Tirkîyê ya tevahî ve dibestîne. Di vî warî de jî dadidexuyakirin ku ev qeyran qeyrana aborî, sîyasî, dîplomatîk û kêşeyên dîrokîn ne.