Tirkiyê serê sibeya roja Yekşemê ragihand ku wan êrişên esmanî li dijî bingehên şervanên Kurd li seranserê bakurê Sûriyê û Iraqê pêk înane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, ku êrişan baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine armanc, ku Enqere YPG wekî baskê PKKê dibîne.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got "Di çarçoveya mafên me yên xweparastinê yên xala 51emîn ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, operasyona esmanî ya Pence Kiliç li herêmên bakurê Iraq û Sûriyeyê yên ku wek bingehên bo êrîşên terorîstan li ser welatê me tên bikar înan, hatîye kirin."
Ev êrîş çend roj piştî wê yekê çêdibe ku Enqerê PKK bi teqîna kujer ya hefteya borî ya ku li navenda Stenbolê pêkhatî tawanbar kir, ku 6 kes hatibûn kuştin û 81 kes jî birîndar bibûn.
Hem PKK û hem jî YPGê red dikin ku destê wan di êrîşa Stenbolê de hebe.
Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirovan ku bingehê wê li Brîtanyayê ye, got Tirkiyê zêdetirî 20 êrîş birin ser cihên li bakurê parêzgeha Helebê û Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê.
Çavdêriya şer ya bingeh li Brîtanyay; îro Yekşemê got di êrîşên esmanî yên Tirkiyê şeva borî bi kêmî ve 31 kes li bakurê Sûriyê hatin kuştin, di serî de li cihên di destê hêzên Kurdên Sûriyê de ne.
Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirovan got nêzîkî 25 êrîş li ser parêzgehên Reqa, Hesekê û Helebê hatin kirin, di encamê de 18 endamên Hêzên Sûriya Demokratîk ya bi pêşengiya Kurdan û 12 endamên artêşa Sûriyê û yek rojnamevan hatin kuştin.
Enqere hûrgiliyên operasyonê nedan, lê hêzên Kurdî ragihand ku bajarê Kobanê li bakurê rojhilatê Sûriyê di nav armancên êrîşên Tirkiyê da bû.
Peyvdarê HSD’ê Ferhad Şamî di twîtterê de got: "Kobana bajarê ku DAIŞ têk birî, rastî bombebarana balafirên dewleta Tirk ya dagirker bû.
HSDê alîkarîyeke girîng dabîn kiribû bo koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li dijî cîhadîstên "Dewleta Îslamî" DAIŞê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di twîtterê de got: "Bombebarankirina Tirkiyê li ser herêmên me yên ewle, gefan li tevahiya herêmê dike."
"Ev bomberdûman ne li xêra ti aliyekî ye. Ji bo ku felaketeke mezin çênebe em hemû hewl didin. Heke şer derkeve ew dê hemû bandore hemî alîyan bike."
Ji meha Gulanê êreve Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke nû li Bakurê Sûriyê dike.
Li alîyê din ve di nûçeyên herî dawî derbarê Tirkîyê Ajansa Anadolu ya fermî îro Yekşemê ragihand ku rokêtek ji Sûriyê hatîye havêtin û di encamê da sê kes li ser sînorê Tirkiyê birîndar bûn.
Ajansê ragihand ku di encama ketina rokêtê de li devera deriyê sînorî yê Oncupinar li nêzîkî sînorê Sûriyê, leşkerekî Tirkiyê û 2 polîsên hêzên taybet birîndar bûne.