Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Eger Pêwîst be wê Tirkiyê Piştgiriya Leşkerî bo Lîbya Zêde Bike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê got eger pêwîst be wê Tirkiyê piştgiriya leşkerî ji bo hikûmeta Lîbî zêdetir bike.

Tirkiyê piştgiriya hikûmeta Fayêz el-Serraj dike û her çendî Neteweyên Yekgirtî embargo daniye ser şandina çekan bo Lîbya, Tirkiyê alavên leşkerî berê şandine, li gor raporteka şarezayên Neteweyên Yekgirtî, ku Reutersê meh berî dîtibû.

Tirkiyê her wiha got renge ew hêzan jî bişîne Lîbya eger hikûmet bixwaze.

Hêzên hikûmeta Terablosê, bi mehan e di şerî de ne li dijî hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku Xelîfe Hefter serkirdayetiya wan dike.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar got wê Tirkiyê li aliyê hikûmeta Lîbî raweste ta ku aştî û seqamgîrî û ewlekarî li wir bêne pêkanîn.

XS
SM
MD
LG