Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Sandîka Gazinan Li Dor Daketina Narxê Lîreyê Dikin


Nirxê Lîreya Tirkî di salekê de li hember dolar ji sedî 23 kêm bû û bihayê dolarekî niha 12,5 lîre ye. Meaşê asgarî yê karkerekî 2.850 lîre ye, ku niha di qîmeta 230 dolarî da ye.

Di raporta Sendikaya Karkerên Şoreşger (DISK) de, hate destnîşankirin ku li Tirkîyê 10 milyon kes bi meaşên asgarî dixebitin.

Sendîka li hember rewşa xerab ya ekonomiyê çalakîyan li dar dixin û dixwazin meaşê asgarî bikin 5.200 lîre da ku dikaribin debarê bikin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Li Diyarbekirê jî endamên DISK daxuyaniyek da û anî ziman li hember enflasyonê meaşê wan helîya. Hate îfadekirin ''Yên ku jibo pêşektina ekonomiya welat kar dike em karker û karmend in lê em êdî nikarin debara xwe bikin. ''

Hate destnîşankirin bi kêmbûna qîmeta lîreyê enflasyon zêde dibe, ev rewş berîka dewlemendan tije dike, feqîran feqîrtir dike. Kêmbûna lîreya Tirkî windakirina hemî welat e.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di gotarekê de anî ziman li hember nîrxê zêde yê dolar ew 'Tekoşîna Rizgarîya Ekonomîyê'' dikin.

Di salên 2012 û 2013an de dahata netewî ya salê, ji 12 hezar dolarî bihurî bû, lê di 2020an de, ev hejmar daketîye 8597 dolarî.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00



XS
SM
MD
LG