Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di Şikeftekê de Hestiyên 36 Mirovan Hatin Dîtin


Roja Înê li gundê Derêca, Kerboranê (Dargeçît) ya Mêrdînê, di şikeftekê de hestîyên 36 mirovan hatin dîtin. Gundiyek bi navê Îrfan Yakut hestîyan dibîne û heman rojê agahî dide serdozgerîya Kerboranê.

Dozgerî, roja Şemiyê li şikeftê kişf kir û ji bo hînkirina temenê hestîyan û nasnameyên wan, hestî birin û dê wan bişînin Sazîya Tiba Edlî ya Stembolê.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) yê Mêrdînê evuqat Fevzî Atsiz jî xwest di nav kişfê de cî bigre lê ji ber ser doseyê biryara nepenî heye, dexwaza wan hat redkirin.

Wîlayeta Mêrdînê dibêje ev hestî yên demên berê ne. Lê İHD balê dide ser gûmana mirovên ku di salên 90î de hatine binçavkirin û wundakirin.

Hêjayî bîrxisitinê ye di sala 1995an de li Kerboranê, du mamoste hatin revandin û kuştin. Hat îdiakirin PKK wan kuştîye û di operasyonek de du zarok jî di nav de heşt gundî bi hiceta ku piştevanîya PKKê kirine hatin binçavkirin û wundakirin.

Di demên cuda de hestîyên du zarok çar gundîyan hat dîtin. Lê çar kes hê jî wunda ne.

Di sala 2016an de li dijî fermandarên leşker, komando û cendermeyên Kerboranê yên wê demê jî di nav de di heqê 20 kesan de doz hat vekirin. Doz hê jî didome.

"Ger li gorî encamên lêkolînên Tiba Edlî ev hestî yên 40 salên dawî bin, wê jibo malbatên kesên wunda hêvîyek çêbe" dibêje Serokê İHDa Mêrdînê Fevzî Atsiz.

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00


XS
SM
MD
LG