Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Polîsê ku Zext li Zarokan Kiribû ji Kar Hate Dûrxisitn


Roja Şemiyê vidyoyek li ser torên civakî belav bû. Polêsek, zarokan bi demançê ditirsîne, çend guleyan berdide hewayê û zarokek heft salî zeft dike û dixwaze wî desteser bike.

Ew vidyo li Nisêbîna Mêrdînê, di 24ê Nisanê de hatiye girtin. Ew roj qedexa derketina derve hebû.

Wek ku tê zanîn jibo zarokên ji 18 salan biçuktir du meh in qedexa derketina derve heye.

Piştî ku ev dîmen belav bû, Qeymeqamîya Nisêbînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ew polês jikar hatiye dûrxistin. Lê îda dike ku grubek kevir avêtiye polêsan û polês jî daye pey wan.


Bavê kurikê biçuk Mihemed Erdal, ji Dengê Amerîkayê re axivî û daxuyakirin, kurê wî pir tirsiya bû, ji tirsê di xwe de mîz kiribû.

"Hevjîna min şîvê çêdikir, haya me jê tunebû ku kurê me derketiye derve. Zarok nizanin qedexe çiye, virus çiye. Di nav malê de acis bûye. Em bi dengê guleyan pê hisiyan ku polês bi milê kurê me girtiye û ew kaş dike bixwe re dibe..."

Komeleya Mafê Mirovan jî daxuyaniyek belav kir û îdia kir qeyemqamî di daxuyaniya xwe de parastina polês kiriye.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00


XS
SM
MD
LG