Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Karkerên Çandinîyê li Tirkîyê di Roja Yekê Gulanê de


Yekê Gulanê roja karkerên cîhanê ye, lê ji ber pandemiyê îsal li seranserê Tirkiyê pîrozbahîyên giştî qedexe ne.

29ê Nîsanê karantinaya 19 rojan li Tirkiye destpêkir lê bi milyonan kedkar li ser karê xwe ne li derveyê qedexa çûn hatinê ne.

Li Tirkiyê nêzî 27 milyon karker û karmend hene. Di dema karantînayê de sektorên hilberandinê vekirî ne.

Kompaniya Lêkolînê ya Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DISK-AR) derbarê karanatînayê û karkeran de raporek amade kir.

Di raporê de hatîye destnîşankirin, 16 milyon û 400 hezar karker û karmend di dema karantinayê de dişixulin, ku ev ji sedî 61ê rêjeya kedkaran e.

Lê di civakê de çîneka karkeran ya ku zû bi zû bi bîr nayên, ew jî karkerên çandinîyê ne. Li Tirkiye nêzî 5 milyon karkerên çandinî û baxçeyan hene ku piranîya wan Kurd in.

Bi milyonan karkerên çandiniyê her sal bi malbatî diçin bajarên cuda jibo çinandina fêkî û sebzeyan. Yek ji wan jî Elfedin e. Zarokatîya wî bi paletîya çandinîyê, hemalîya baxçeyên fêkîyan, bostanên sebzeyan de derbasu bûye.

Ew dibêje li Tirkiye kes karkerên çandiniyê bibîr nayne, ew qet nayên dîtin jî û gazinan dike.

Hun dikarin dirêjayî raportê li ser fayla deng guhdarî bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00



XS
SM
MD
LG