Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Tirkîyê Bi Sedan Kes di Rêveçûnên Yekê Gulanê de Digre


Wêne ji Xwepêşandaneka Yekê Gulanê ya Sala 2020an e li Stenbolê
Wêne ji Xwepêşandaneka Yekê Gulanê ya Sala 2020an e li Stenbolê

Polîsê Tirkîyê îro Şemîyê 212 xwepêşander di rêveçûnên cejna karkeran de girtin ku qedexeya derketina derve ya girêdayî vîrusa koronayê şikandibûn, li gor nivîsgeha hakimê Stenbolê û gewahîderên Reutersê.

Hin wêne û girteyên vîdyo yê Reutersê nîşan da çawa hêzên polîs û hin efserên bi cilên sivîl, li meydana Taksîm ya Stenbolê rûbirûyî serkirdeyên sandîkeyên karkeran û hin xwepêşanderên din bûn û polîs hin ji wan avêtin erdê, berî ku wan bigrin.

Nivîsgeha hakimê Stenbolê got rê ji bo sandîkeyên karkeran hatibû dayîn ku cejna salane ya karkeran pîroz bikin, lê hinekên din yên ku “bi awayekî ne yasayî” kom bûn, pîvanên qedexeyê binpê kirin û bangên belavbûnê paşguh kirin, hatin girtin.

Ajansa nûçeyan ya dewletê Anadol got 20 xwepêşander li bajarê Izmîrê jî hatine girtin.

Tirkîyê vê hefteyê girtineke beşî ya 17 rojan sepandiye, di nav de jî qedexeya derketina derve û girtina dibistanan û hin karan, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê.

Medya xwecihî ragihand ku polîs li Enqere û Stenbolê hewl da ku nehêle peyamnêr vîdyoyên xwepêşandan û operasyonên girtina xwepêşanderan bigrin.

XS
SM
MD
LG