Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muharrem Înce Dibêje Ewê Pirsgirêka Kurd Li Tirkîyê Çareser Bikin


Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce
Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce

Partîya Memleket yekemîn kongreya xwe ya asyî li Enqerê di salona Arenayê de çêkir. Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce li vê derê di qisedana xwe de li ser mesela Kurd jî sekinî û ragihand ku pirsgirêka Kurd ewê çereser bikin.

Partîya Memleket 17 Gulanê 2021 an de hate damezirandin.

Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce ji CHP’ê veqetîya û ev partî damezirand.

Muharrem Înce di hilbijartinên Serokomarîyê yê herî dawî de jî namzedê Îtifqa Milet bû.

Muharrem Înce, di qisedanên xwe yê kongreyê de bi tevahî li ser pirsgirêkên Tirkiyê sekinî û him sîyaseta desthilatîyê û him jî ya opozîsyonê rexne kir.

Serokê Partîya Memleket, di qisedanên xwe de li ser pirsgirêka Kurd jî rawestîya. Înce amaje kir ku di demê wan de pirsgirêka Kurd jî ewê çareser bikin. Încek qisedanê xwe wiha domand:

“Pirsgirêka Kurd emê çareser bikin. Em li ser mîratekî Osmanî ne. Em li ser axeke fireh bûn, gava biçûk bûn li ser vê axê man. Ji me hinek Tirk in, hinek Kurdin. Di nav me de sunne, elewî hene. Em bi tevahî yek miletin. Pirsgirêka Kurd bi rêya polîsîyane na, bi rêya demokrasîyê, azadîbûnê û rêbazên gerdûnî emê çareser bikin.”

KONGREYA PARTÎYA MEMLEKET
KONGREYA PARTÎYA MEMLEKET

Înce, dadîyarkirin ku, heke ew desthilat bin wê bi Sûrîyê re têkilîyên xwe baş bikin û pênaberan jî bişînin Surîyê. Înce di vî warî de jî qisên xwe wiha anî ziman:

“Berî Recep Tayyîp Erdogan li Tirkiyê pirsgirêka terorê, pirsgirêka aborî û gelek pirsgirêk din hebûn. Lê di pêkhatina pirsgirêka pênaberên Sûrîyê de sedemê vî yê serekî Erdogan e. Di dema me de emê li gel Beşar Esad têkilîyên xwe durist bikin û pênaberan bişînin Sûrîyê.”

Li Tirkiyê li gorî qanûnên partîyên sîyasî heke partîyek bixwaze ku beşdarî hilbijartinê bibe, pêwîste ku li nîva bajaran zêdetir rêxistinî be û kongreya xwe jî durist bike. Partîya Memleket jî, di 81 bajaran de 54 bajarî de rêxistinî ye û li ber ku kongreya xwe jî durist kir mafê beşdarbûna hilbijartinê jî bi destxist.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00


XS
SM
MD
LG