Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zagros Hîwa Behsa Şerê Tirkiyê û PKK Dike


Di hevpeyvînekê li gel Dengê Amerîka de, peyvdarê Koma Civakên Kurdistanê(KCK) Zagros Hîwa behsa şerê PKKê û Tirkiyê, bumbebarana Tirkiyê li herêma Kurdistana Îraqê û pêşhatên dawiyê yên vê derbarê kir.

Hîwa ji peyamnêrê Dengê Amerîka Ehmed Zêbarî re, anî ziman ku hebûna şervanên wan, yên bi navê gerîlla tên nasîn, li nav sivîlan nîne û tenê hin caran ji bo karûbarên ragihandinê, hin şervanên wan neçar dibin derbas bin.

Wî got armanca Tirkiyê ji van êrîşên dawî, ew e ku “fişareke siyasî û civakî û raya giştî bide ser desthilatdarên herêma Kurdistanê” û “ nakokiyan di navera tevgera azadiya Kurdistan PKK û hêzên başûrê Kurdistanê û gelê başûr de çê bike.”

Tê zanîn ev bû demeke Tirkiyê li wan herêmên sînorî dest bi operasyoene leşkerî kiriye û dibêje ew çekdar û bingehên PKKê dike armanc, ji ber ku “ne Îraqê û ne jî Herêma Kurdistana Îraqê tiştekî rijdî ji bo nehêştina hebûna PKK li wan navçeyan nekiriye.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fayla deng veke

Raporta Deng/Ehmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:52 0:00


XS
SM
MD
LG