Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê ragihand ku bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî peymanên nû yên 50.7 mîlyar dolarî hatine îmza kirin.
Li gor daxuyanîyê wezaretê ew peymanên hatine îmza kirin yên 13 qadên cihê ne.
‘’Peywendîyên me yên bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî rabûne asta hevkarîya stratejîk’’
Danûstandinên Tirkîyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştî Bihara Erebî ketibûn asteke xirab.
Ji darbeya Misirê heta Yemenê û şerê navxweyî yê Sûrîyê di jimarek mijaren de Tirkîye û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dijî hev sekinîbûn.
Medyaya Tirkîyê îdia kiribû ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştgirî daye hewila darbe ya sala 2016’an û dîyar kiribû ku peywendîyên wê bi Fetullah Gulen re hene.
Sindoqa Pêşvebirinê ya Abu Dabi jî ragihand ku ewê jibo jinûve avakirina herêma erdhejê 8,5 mîlyar dolar alîkarî bide.
Ew alîkarî dê li herêma erdhejê bo avakirina xanîyan were karanîn.
Jêder: NTV, Twitter