Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mele Mihemed: Yekbûna Kurdan Wan Nêzîkî Ola Îslamê Dike


Mele Mihemed Çetînkaya
Mele Mihemed Çetînkaya

Di van rojan de li hemû dinyayê nêzîkî 1 mîlyar û 800 mîlyon misliman Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Cejna Qurbanê an jî Cejna Gorî di nav hemû elemên Îslamê de wek nêzikbûna Xudê tête binavkirin. Mele Mihemed Çetînkaya, dema behsa wata vê cejnê dike dibê pêwîste ku mirov hev û din hez bike û nêzîkî hev û din bibe.

Cejnên olî ji bo bawermendên Îslamê tiştekî pîroz tê hesibandin. Mele Mihemed dema li ser vê pîrozîyê disekine vê yekê wiha rave dike:

“Bismîlahîrehmanîrehîm. Xudêteala hemû mirov wek hev çêkiriyê. Her kes jî dixwaze ku nêzîkî Xudê bibe. Cejna Qurbanê jî berî her tiştî mirova nêzîkî Xudê dike. Ji xwe wata qurbanê jî bi Erebî nêzîkbûn e.”

Mele Mihemed hemû cejnên olî ji bo mirovahîyê tiştekî wekhevîyê nîşan dide. Ew dema dema behsa ola Îslam û Kurdan dike di vî warî de jî hin gazînde li ser Tirk, Ereb û Farisan derdixe pêw û wiha dibêje:

“Ola Îslamê ya esasî berî her tiştî hemû mirovan wekhev dibine. Li gorî gotina Quranê herçî kesên ku îman anîye birayên hev û dinin. Lê mixabîn Tirk, Ereb û Farisan ev ol ji bo berjewendîyên netewên xwe duristkirine û Îslam wek tunekirina Kurdan bikar anîn e.”

Wata peyva Îslamê “radestbûn” û “aşitî” ye. Mele Mihemed dema ser van du peyvan disekine nêrînê xwe wiha radigîhîne:

“Berî her tiştî heke Kurd di nav xwe de aşitî û yektîyê durist nekin, ew nikarin nêzîkî dînê Îslamê bibin. Heke Kurd di nav xwe de yektîyeke çêkin ew dem dikarin ku bawerîya xwe li gorî hikmê Quranê baştir bikar bînin û nêzîkî ola Îslamê bibin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:42 0:00


XS
SM
MD
LG