Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazmî Gur: Dewleta Tirkîyê Dixwaze Kêmasîyên Xwe di Ser Me de Safî Bike


Nazmî Gur
Nazmî Gur

Li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) çewsandinê desthilatîya Tirkîyê her ku diçe gurtir dibe. Heta niha 15 şaredaên HDP’ê ji kar hatin durxistin û dêl wan ve qayûm hate pişandin. Xeyrî vana jî ji alîyên hêzên ewlekarîyê ve zor rêveber û layenên HDP hatin binçavkirin.

Endamên Komîsyona Karên Der yê HDP’ê Nazî Gur, li beranberî van êrîşan bertêk nîşan dide û dadidexuyakirin ku desthilatîya Tirkîyê kêmasî û çewtîyên xwe yên sîyasî dixwaze bi çewsandinên ser HDP veşêre. Gur pişandina qayûma jî bi tundî rexne dike û wiha dibêje:

“Qayûm pişandayîn ecizîyeke dewletê ye. Em bi her awayî rêyên baş nîşanî wan didin lê ew şanîdanên me bi helwesteka nebaş dibersîvînin. Bi qayûm pişandinê berî her tiştî dewlet derbeyê li demokrasîya xwe dide. Bi ya min bi vî şiklî desthilatîya Tirkîyê emrê xwe dirêj neke kurt ike.”

Nazmî Gur, rewşa dawî ya Rojava jî dinîrxîne û dibêje Kurd ana li her derê dinyayê di asteke girîng de ne. Gur berdewamîya qaftinên xwe de jî ser geşedanên dawî rawestîya û ragihand ku Kurd her ku diçe xwe disipêrînin yektîyê:

“Kurd gelek di tenezarîyan de derbas dibin. Her çi qas di bin fetisandina desthilatîya Tirkîyê de bin jî, lê ana di nav dinyayê de gelek tiştên girîng bi dest xistine. Berî her tiştî lazime ku Kurd vana biparêzin. Ji bo vî jî di nav Kurdan de pêwîste. Di vî warî de her çi bikeve ser milên me em amadene.”

Gul ragihand ku wê di demek nêzîk de car din serdana Herêma Kurdistanê bikin û ji bo yektîya Kurdan jî hin hewildanan pêk bînin.

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:55 0:00


XS
SM
MD
LG