Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê HDP Musa Farîsoglu Yasaya nû ya Ewlekariyê Dinirxîne


Parlamentoya Tirkiyê beriya ku dest bi betlaneyê bike pakêta ewlekariyê ya ku erkek mezin dide Waliyên bajaran, qebûl kir.

Digel ku rewşa awarte di 18ê mehê de bidawî hatibe jî partiyên opozisyonê di wê baweriyêdane ne ku bi vê yasaya nû, rewşa awarte 3sê sal hat dirêjkirin bi navê yasaya tekoşîna li dijî terorê.

Li gorî yasaya nû walî, dema ku li ser ewlehiya gel û bajêr xetereyek bibînin dikarin heta 15 rojan çûn hatina bajaran qedexe bikin, kesên ku bawer dikin li ser ewlekariyê xeter in, hatina wan ya bajaran qedexe bikin, walî bixwazin dikarin kombûna kesan, çalakî û bizavan qedexe bikin.

Musa Farisoglu dibêje bi vê pakêtâ ewlekariyê dixwazin jiyana civakê tarî bikin.

Ew îddia dike bi van gavên ku hikumet davêje tecrîda ser rêberê PKK Abdullah Ocalan tînin ser hemî gelên Tirkiyê.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG