Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkiyê Yaseyeke Cihê Nakokiyê li dor Sandîkeya Parêzeran Der Dixe


Parleman Tirkiyê şeva borî pirojebiryarek pesend kir li dor jinûve sazkirina bingeha sandîkeya parêzeran, ku parêzer lê temaşe dikin wek planeka rêgirtina li serbixweyîya wan, li gor ajansa fermî ya nûçeyan Anadol.

Partiya dad û geşepêdanê ya desthilatdar û hevalbenda wê partiya Tevgera Netewî dengdan li ser vî pirojebiryarê kir.

Li gor vê yaseya nû, ji dêvla sandîkeyekê, dê bêhtirî rêxistineke parêzeran li hin parêzgehên wek Enqerê û Stenbolê bêne avakirin, û dê hejmara herî kêm a endamên van rêxistina 2,000 parêzer be.

Partiya Dad û Geşepêdanê ya serok Recep Tayyip Erdogan dibêje dê ev biryar rikeberiya erênî di kerta yasayî de bihêîztir bike û dê rê “pêkanîna demokrasiyê” di rêxistinên parêzeran de veke.

Rikeberên Erdogan û parêzeran hewldana parçekirina sandîkeyan, ku hin ji wan rexneyan li hikûmetêî dikin, şermezar kir.

Partiya Gel a Komarî, partiya sereke ya opozisyonê ye, ragihand ku dê li dadgeha destûrî pêdaçûnê li dor vê biryarê bike.

XS
SM
MD
LG