Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Opozisyona Tirkîyê li ser Daxuyanîya Erdogan Çi Dibêjin?


Ji 2ê Gulanê vir de rêberê mafyayê Sedat Peker derbarê karbidestên payebilind tawanan dike. Taybet li ser Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu û Wezîrê bere Mehmet Agar. Suleyman Soylu hemî tawanbarîyan red kir û roja duşemê di beranemyek de anî ziman ev operasyon li hember Tirkiye û Serokomar Recep Tayîp Erdogan hatiye kirin.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erodgan roja Çarşemê di gotara grupa partîya AKP de îdîayên gendelî û tawanên din yên derbarê karbidestan axivî.

Wî got Suleyman Soylu di tekoşîna li hember terore û rêxistinên mafyayê serkeftî bûye û bi tawanbarîyên li ser wî serkeftin û pêşketina Tirkiye dikin armanc û lîstikek qirêt ya navnetewî heye.

'Em her dem li pişta Suleyman Soylû ne'' got Erdogan.

ew li dijî îdayên li ser kurê Bînalî Yildirim jî derket ku Peker gotibû Erkam Yildirim jibo rêya xseta bazirgan3iya kokaînê çûye Venezûela.'

'Em van lîstikên qirêt yên navdewletî ji bûyerên Gezîyê, ji yên xendekan nasdikin.'

Erdogan li ser protestokirina Meral Akşener li bajarê Rîzeyê jî got ''Beriya hare bajarê min, ez şibandim Netenyahuyê kujerê zarokan. Tiştê ku lê hat kirin hindik bû. Bay Kemal, Bay meral ev rojên we yên xweş in, hunê bibînin.''

Meral Akşener jî weke bersiv got 'Jiber vê yekê em dibêjin pêdivî bi sîstemek xurt ya parlamenterîyê heye.

Serokê CHP Kemal Kilidaroglu jî weha axivî:

‘’Erdogan hêviya xwe ji trolan bîrîye û dest bi axaftina trolan kirîye. Bi gotinên mafyayê diaxive û dibêje ev rojên we yên xweş in, gefan dixwe. Dev ji van gotinan berde, were meydana mêranîyê. Em ji miletê xwe natirisin, tu bi sindoqa hilbijartinê were.’’

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç jî di li ser gotara Erdogan axivî û got ‘’Ev desthilatî kîngê rexneyek lê bibe, an xeletîyek, şaşîtiyek wan eşkere bibe, di heman kêliyê de xwe davêjê singê gefa derbeyê. Erdogan jibo ser van gendeliyan bigre gefan li partiyên opoziyonê dixwe. Ji îro şunda ger tiştek bê serê neferek opozisyonê were bersûc Erdogan e.'

Serokê Partîya Gelecek Ahmet Davutoglu jî got ''Serokomar piştî 25 rojan derket û li ser idiayên Peker daxuyanî da, Erdogan piştgiriya Soylu kir. Madem pê bawer bû çima 25 roj deng nekir.'

Serokê Partîya Karkerên Tirkiye Erjan baş jî got ‘’Herçend em weke nêrîn ji Xanima Meral cuda ne lê em zimanê Erdogan yê mafyatîk li dijî wê şermezar dikin.'

Serokê Partîya Saadetê Temel Karamolaoglu jî got ''Di ciyê ku bersiva îdayan bidin, dest bi demagojîyê dikin.

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00


XS
SM
MD
LG