Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Partîyên Opozîsyona Tirkîyê Li Enqerê Civîyan


Dîmenek ji Enqerê.
Dîmenek ji Enqerê.

Serokên şeş partîyên opozîsyonê li Tirkîyê bo cara yekê di hawirdora maseyeke girover de li Enqerê civîyan.

Bi vexwendina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdoroglu, Seroka Partîya Baş Meral Akşener, Serokê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu, Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partîya DEVA Alî Babacan û Serokê Partîya Demokrat Gultekîn Ûysal li Ahlatlıbelê hatin ba hev.

Civînê nêzîkî şeş demjimêran bedewam kir. Piştî wê daxûyaniyek nivîskî hate dayîn û tê de wiha hate gotin:

“Em îro serokên partîyan hatin ba hev û li ser sîstemeke nû me li hev kir. Emê vê teksta peymanê di 28'ê Rêxemîyê 2022’an de pêşkêşî gelê xwe bikin.”

Demeke dirêje ku çavên civakê û sîyasetê li ser vê hevdîtinê bû. Berî ku civîn çê bibe gelek gengeşe jî hatin kirin lê herî dawî ew cîvîyan.

Di mijara vê civînê de babeta herî girîng ew e ku nakokîyên di nav van şeş partîyan de li ser maseyekê çareser bikin û bi hev re biryara stratejîya hevparîyê durist bikin.

Hate ragihandin ku serokên partîyan di vê civînê de ji bilî namzedê serokomarîyê yê hevpar li ser hinek mijarên din jî rawestîyane.

Berî vê civînê Kemel Kiliçdaroglu ragihandibû ku ewê di vê civînê de li ser namzedê serokomarîyê nesekinin. Kiliçdaroglu anîbû ziman ku jibo hevparîyeke çêtir çi pêwîst be ewê li ser bipeyivin.

Bingeha Îtifaqa Milet her çiqas çar sal berê hatibe avêtin jî, lê civîna şeş serokî girîngîyeke tayebt dihewîne.

Îtifaqa Milet di sala 2018’an de cara yekem gava hate duristkirin tê de CHP, Partîya Baş, Partîya Saadetê û Partîya Demokrat cih girtibû. Lê di vê cîvînê de du partîyên din; Partîya Dahatû û Partîya DEVA’yê jî beşdar bûn.

Taybetîya van du partîyan ewe ku ji partîya desthilat AKP’ê veqetine. Li gor hin jêderan, tê ragihandin ku Îtifaqa Milet li ser van herdu partîyan hesabê ji AKP’ê veqetandina dengan dike. Jibo vê jî van herdu partîyan girîng dibînin.

Li Tirkiyê ji alîyê desthilatê ve jî ev Îtifaqa Milet wek şeş partîyên ku naşibin hev tê pênasîn kirin. Ji alîyê desthilatê ve tê angat kirin ku dijayetîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan neba ev şeş partî pêkan bû ku werin ba hev.

Berî vê civînê gelek caran serokên şeş partîyan take tak serdana hevdu kiribûn. Piştî civînê serokên şeş partîyan bi daxûyanîyeke nivîskî ragihandin ku ewê ji niha û bi şûn ve bi awayekî sixlet bicivin:

“Armanca me hemûyan ew e ku derbazî Sîstema Parlementerîzmê ya Bihêz bibin. Jibo derbazbûna vê sîstemê, emê di pêvajoyeke çawa de kar bikin û ser plankirana vê sîstemê rawestîyan. Emê van bi tevahî pêşkêşî raya giştî bikin.”

Raporta Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
XS
SM
MD
LG