Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Partiyên Opozisyona Tirkiyê li dor Operasyona Efrînê


Serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku operasyon di 17.00î da dest pê kir û li 7 herêmên Efrînê êrîş birine ser 153 hedefên PYD/PKKê.

Li gorî Ajansa Anadolu wesayitên zirxî û leşkerên piyade jî 5 kilometre zêdetir ketine nav erdê Efrinê.

Erdogan jibo operasyonê got piştî Efrînê dora Minbîcê ye.

"Emê heta sînorê İraqê ji teroristan paqij bikin"

Partiyên opozisyona parlamentoyê piştevaniya xwe jibo operasyona Efrinê ragihandin.

Berdevkê partiya CHPê Bulent Tezcan got "Ewlehiya û berjewendiya netewî ya Tirkiyê di seriya her tiştî de tê. Dexwaza me ya mezin ewe ku Operasyona guliyê zeytunê ya artêşa me ya pîroz bi serkeftin encam bide.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî got "Divê qira şirîkê operasyonê ya Amerika bi vê operasyonê bê, divê giyanê şehidê me bi tunekirina PYD/YPG were şad kirin. Divê ye Efrîn were tunekirin yan terorsit. Rêyek din nemaye."

Ji aliyê dinê ve partiyên Kurd li dijî operasyona Efrinê dazuyaniyan didin.

HDP, PSK, OSP êrîşan şermezar kirin û ji raya giştî xwestin li dijî operasyonan dengê xwe bilind bikin.

Kongra Civaka Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk û Tevgera Jinên Azad xwestin li dijî operayonê li Amedê daxuyanî bidin lê polêsan rê neda.

Hun dikarin di nav raportê de nêrînên Hevserokên KCDÊ Leyla Guven û Berdan Ozturk gohdar bikin.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê di heqê Leyla Guven de lêpirsîn da destpêkirin bi hiceta ku bi daxuyaniyê yên li dijî operasyona Efrînê gel sewqê tolhildanê dike.

Ji aliyê dinê ve Serdozgeriya Amedê bi daxuyaniyek ragihand ku li ser torên civakî kî ku li dijî operasyona Efrînê parvekirina bike an peyaman binivîse, di heqê wan bi hiceta ku piştevaniya terorê dikin lêpirsîn didin destpêkirin.

Raporta Xecîcan Farqîn 21_01_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00

XS
SM
MD
LG