Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siddik Gultekîn: Parlamenterê CHPê Xwest Ez li Malbata Kujerê Keça Xwe Nebim Dozdar


Pinar Gultekin
Pinar Gultekin

Xwendekara Zanîngehê Pinar Gultekîn, li bajarê Muglayê di 16ê Hezîranê de bi destê Cemal Metîn Avci bi awayek hovane hatibû kuştin.

Pinar kurd e û malbata wê ji navçeya Xîzana Bedlîsê ye.

Bavê wê Siddik Gultekîn di daxuyaniyekê de ragihand ku parlamenterê CHPê yê Muglayê Suleyman Girgin xwestîye ji malbata kûjer nebe dozdar.

Siddik Gultekîn got:

"Li herêma me li gorî orf û adetan dema yek tê kuştin malbata qurbanî dikare heyfa xwe bi xwinê bistîne. Parlamenter jî xwest ku em vê dozê venegerînin doza xwinê. Em dizanin ku xwîn bi xwînê paqij nabe û me van kevneşopiyan li pişt xwe hîştîye lê ger para malbatê di kuştina keça min de hebe ez dixwazim ew jî derkevin pêş dadgehê. Na ku ew bê sûc bin, jixwe li pêş edaletê ewê jî were îsabtakirin, lewma ne hewce ye kes ji bo wan navbeynkarîyê bike"

Parlamenterê CHPê Suleyman Gîrgîn bi daxuyanîyek li dijî îddiayan derket û got di 22 Hezîranê de tenê jibo sersaxiyê telefon kirîye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser van îddiayan gotibû ger were îsbatkirin, ewê parlamenter ji CHPê bavêjin.

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00


XS
SM
MD
LG