Li Bedlîs’ê goristana şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) 4’ê Kanûna 2017’an de hatibû xerabkirin û hestiyên 282 PKK’îyan hatibûn derxistin û ew jibo Sazîya Tiba Edlî (ATK) Îstenbul’ê hatibûn şandin.
Bi derbazbûna 2 sal û nîvan tevî hemî serlêdanan malbatan jî hestîyên beşek mezin yê PKK’îyan nayên dayîn û ev hestîyan li Goristana Kîlyos a li Îstenbul’ê bi awayeke komî dijî qanûnên Tirkîyê hatine binaxkirin.
Jiber vê yekê jî rêxistinên hiqûqê û rêxistinên civaka sivîl yên li Îstenbul’ê li Otela Taksîm Hîll civînek li dar xistin û daxuyanî li ser vê mijarê dan.
Komala Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkîye (TIHV), Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD), Komala Alevîyên Demokrat, Komela Alîkarî û Piştîvanîya Malbatên Anadolu yên Xizmên Xwe Winda Kirî (AN-YAKAY-DER) daxuyanîyeke hevbeş dan.
Li ser navê rêxistin, sazî û malbatan PKK’îyan Seroka Komala Mafên Mirovan ya Şaxa Îstenbul’ê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.
Yoleri diyar kir ku haya hikûmetê ji çêkirina Goristana Garzan’ê hebû û wiha got, “Piştî pêvajoya çareserîyê xilas bû, bi guhertina polîtîkaya hikûmetê ev gorîstanan bûn armanca êrîşan û dijî hiqûqa netewî û navnetewî ev goristin hatin hilweşandin û hatin topbarankirin.”
Yolerî di domandina axaftina xwe de xwest ku, di bin banê meclîsê de ‘Komîsyona Lêkolînê’ were avakirin, lêpirsîn were destpêkirin û berbirsîyar werin cezakirin.
Dîsa Yolerî daxwaz kir ku hestîyên PKK’îyan ji goristana Kîlyos’ê werin derxistin û radestî malbatên wan werin kirin û di heman demê de lêborîn ji malbatan were xwestin.
Li alîyeke din Parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) yê Îstenbul’ê Sezgîn Tanrikulu jî destnîşan kir ku, bi zanabûn goristan hatin xirabkirin û cenaze ji goristanan hatin derxistin.
“Xirabkirina gorê bi qasî mirinê bi êş e û jibo xizmên mirîyan dibe sedema travmayan. Ev rewşa bêwijdan û neqanûnî zirarê dide tevahîya civakê û zirarê dide aştiya civakî.”