Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Celadet Gaydali:13 Goristanên Şervanê PKK Hatine Xerabkirin


Li Bedlisê goristana şervanên PKKê hat xerakirin û hestiyên di goristanê de şandin Stembolê, Saziya Edlî ya Tibê ya Stembolê. Ev goristan di nav gel de weke “Gositana Şehidên Xerzan” tê binavkirin.

Li ser medya civakî di hin parvekirinan de tê gotin ku goristan ji aliyê leşkeran hatiye xerakirin. Li gorî hin çavkaniyan di demên cuda de, meytê 267 şervanên PKK, YPSê li wê goristanê hatine definkirin.

Parlamenterê HDPê yê Bedlisê Mahmud Celadet Gaydali digel parlamentera Amedê Sibel Yigitalp li parlamentoyê derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek dan çapameniyê.

Parlamenteran destnîşan kirin di dema pêvajoya aşitiyê de 13 goristanên şervanên PKKê li herêmê hatine çêkirin. Ku nasnam hemiyan diyare.

"Ev goristan li ber çava3e dewletê hatin lêkirin lê piştî destpêkirina şer bûne hedefa êrîşan."

Mahmud Celadet Gaydali behsa nameya Lezgin Bingol kir.

Keça Lezgin Bingol, Dîlan ku di18ê meha 12 ya sala 2014’an de di şerê Kobanê de jiyana xwe jidest dide û wê li goristana Xerzan binax dikin. Lezgîn Bingol dema ku li ser medya civakî agahiyên li ser xerakirina goristanê dibîne, dixwaze rewşa gora keça xwe hîn bike. Dexwaznameyek dinivîse ji Wilayeta Bedlisê re, Lê jiber ku herêma goristanê di bin kontrola cendermeyan de ye, dexwaznameya wî hewalê cenderme dikin.

Piştî ku dexwaznameya Lezgin Bingol digîje cenderme, di 19ê mehê de teelfonê wî dike û dibêjin 267 meytên li goristanê bi biryara dozger ji gor hatine derxistin û hestiyan şandine Stembolê, Saziya Tibê ya Edlî.

Parlamaneter Gaydali, got em dibînin ku tovên neyartiyê tên reşandin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn 24_12_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:55 0:00

XS
SM
MD
LG