Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Tirkiyê 18 Bingehên PKKê Dikin Armanc


Komek şervanên PKKê
Komek şervanên PKKê

Ajansa Tirkiyê ya nûçeyan Anadol îro Yekşemê got firokên şer ên Tirkiyê dawiya vê heftê bi kêmanî 18 bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Îraqê hilweşandin.

Anadol ji ser zimanê leşkerên Tirkiyê ragihand ku êrîşên esmanî yên Şemî û Yekşemê, herêmên Hakurk, Zap,Metîna,Gara û Avaşîn-Basyan kirin armanc.

Tirkiyê gelek caran bingehên PKKê li çiyayên Qendîlê dike armanc.

Ev bû bêhtirî 30 sal e, PKK li dijî Tirkiyê şer dike ku di encamê de 40 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG