Li gorî hejmarên fermî li tevahîya Tirkîyê nêzîkî 3 mîlyon û nîv pênaber dijîn. Di nav de bêhtirî mîlyonek pênaber tenê li Stenbolê jiyana xwe didomînin.
Pênaberên Tirkîyê dema ji bajarekî biçin yê din pêdivîye ku ji sazîyên dewletê destûr bigrin.
Li ber vî jî Wezareta Hundir ya Tirkîyê heta dawîya meha Gelawêjê îlan kir ku bila hemû vegerin bajarê destûrdayî.
Ev yek di navbera dewletê û pênaberan de bû sedama gengeşîya. Li ber vî jî li Tirkîyê pênaber derketin kolanan û çalakî kirin.
Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskar Mufît Yuksel, sîyaseta Tirkîyê di vî warî de rexne dike û dibêje Tirkîye li Stenbolê dixwaze Kurdên Stenbolê û Pênaberên Sûrîyê bîne beranberî hev. Yuksel di vî warî de qisên xwe wiha didomîne:
“Li Stenbolê nêzîkî 5 mîlyon Kurd heye û nêzîkî yek mîlyon jî xelkê sûrîyê hene. Li Tirkîyê ana dixwazin mabeyna Kurdên Stenbolê û pênaberên Sûrîyê de şer çêbe. Eva xeterekî pir mezin e, pêwîste ku Kurd di vî warî de haydar bin.”
Yuksel têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê, Tirkîyê û Rojhilatanavîn jî pir baş nabîne. Dadidexuyakirin ku di nav 3-4 salan de dê li Rojhilatanavîn bandora Tirkîyê hîç nemîne. Yuksel ji bo vî jî wiha dibêje:
“Tirkîye Rojhilatanavîn zêde nanase, di demên dawî de jî ev gelek baş hate hîskirin. An Amerîka an jî dewletên din wê bandora Tirkîyê li Rojhilatanavîn gelek kêm bikin. Li gorî boçîna min wê di nav 3-4 salan de hima hima xilas be. Ji vî şundatir Tirkîye wê nikaribe rolek bilîze.”
Mufît Yuksel, dîyar dike ku sîyaseta netewperest ya Tirkîyê xeta Tirkîyê jî şêlû kirîye û berê wî kîj hêlî de ye jî ana nedîyar e.