Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahdettîn Înce: Li Tirkiyê Îtîfaq Êdî Bûye Rastîyek


Li Tirkiyê piştî damezirandina Sistema Hikûmetê ya Serokomarîyê di nav partîyên sîyasî de jî rewşeke îtîfaqan pêk anî.

Ana di merîyetê de hêlekê de Îtîfaqa Cûmhur ku ji desthilatîyê pêk hatîye, hêla din de jî Îtîfaqa Mîlî ku ji opozîsyonê pêk hatîye heye.

Di nav van herdû îtîfaqan de gelo partîyên ku ana di meclîsê de nînin û yên ku di van demên dawî de nû hatin damezirandin wê pozîsyoneke çawa bigrin? Bersîva vê pirsê li Tirkiyê ana babeteke herî sereke ye.

Du hêz ji partîya desthilat AKP’yê veqetîyabûn. Ji vana yek di bin serokatîya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de bi navê Partîya Dahatû, yê din jî di bin serokatîya wezîrê berê Alî Babacan de bi navê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), hatibûn damezirandin.

Partîya Alî Bababacan eşkere kir ku ji îtîfaqan re vekirine. Gelo partîya Ahmet Davutoglu ji bo îtîfaqan çi difikire?

Alîkarê Serok û Berpirsê Serokatîya Mafên Mirova yê Partîya Dahatû Vahdettîn Înce bersîva vê pirsê ji bo Dengê Amerîkayê vegot. Încek dadidexuyakirin ku, di rasteqîna Tirkiyê de îtîfaq hene:

“Piştî Sistema Hikûmetê ya Serokomarîyê îtîfaq jî ketin merîyetê. Êdî hiç partîyek bi serê xwe nikare ku bibe desthilat. Ji bo desthilatîyê îtîfaq jî bû tiştekî jênerevîn. Helbet em jî li gorî vî pozîsyoneke digrin. Daxwaza me ewe ku em bi serê xwe têkevinê lê ana resteqîneke din li pêşîya me ye.”

Vahdettîn Înce
Vahdettîn Înce

DEVA bi HDP’ê re çêkirina îtîfaqê de xwe dur naxîne. Partîya Dahatû di vî warî de herî zêde xala prensîp derdixe pêş. Di vî warî de Înce wiha dibêje:

“Em dixwazin ku bi serê xwe têkevin hilbijartinê. Lê heke rewş me berbi îtîfaqa bibe em jî dur nesekinin. Armanca me ew nîne ku bi yek partîyê re îtîfaq bikin, heke em di îtîfaqeke giştî de cî bigrin helbet emê li ser prensîba bisekinin. Îtifaq tiştekî din e lê li gorî me HDP partîyeke sîyasî û meşrû ye.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00


XS
SM
MD
LG