Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîn: Di Girtingehên Tirkiyê De 1605 Girtîyên Nexweş Hene


Parlementerê HPD’ê Abdullah Koç
Parlementerê HPD’ê Abdullah Koç

Parlementerê HPD’ê Abdullah Koç, lêkolînek li ser nexweşên ku di girtingehan de ne, kir û encama ku derket jî pêşkêşê Meclîsa Tirkiyê kir.

Li gorî vê lêkolînê di girtingehên Tirkiyê de 604 giran, bi tevahî 1605 nexweş hene. Di raporê de tê ragihandin nêzîkî 650 zarok ku temenê wan di navbera 0-6 salan de ne, li ber dê û bavên xwe ew jî di girtingehan de ne.

Parlementerê HDP’ê Abdullah Koç, ev rapora ji bo Dengê Amerîkayê rave kir û wiha got:

“Ev rapor berî her tiştî projeksîyoneke dide ser girtingehên Tirkiyê. Rewşa girtîyan bi tevahî ne baş e, lê di alîyê din de rewşa girtîyên nexweş xirabtir e. Hîç berpirsek ser van kêşeyan nasekine. Sedama vî ya esasî jî tevahî polîtîk e.”

Koç, dide xuyakirin ku ev girtîyên ku ewan ser lêkolîn kirîye girtîyên sîyasî ne û hemû jî Kurd in. Koç ev yek jî wiha şîrove kir:

“Me herî zêde girtîyên sîyasî yên ku nexweşin vekoland. 1605 girtî nexweş hene tevahîya vana jî Kurdin. Li gorî dewletê dema Kurd bin û sîyasî bin, dewlet ji her tiştî re çavên xwe digre. Dîsa ji ber ku dê û bavê wan di hundirde ne, 250’î zêdetir zarokên ku temenê wan 0-6’ in du girtingehan de ne. Ji bo ku nexweşên giran û daykên bi zarok in û bên berdan me Pêşnîyara Zagona da meclîsê.”

Li gorî Gerînendetîya Giştî ya Girtin û Cezaya, li Tirkiyê 264 girtingehên girtî, 78 girtingehên vekirî, 4 girtingehên zarokan, 9 girtingehên jina û bi tevahî jî 369 girtingeh hene. Li gorî reqemên resmî yên Gerînendetîya Giştî ya Girtin û Cezaya (28 Rêşemî 2021) hejmarê girtîyan bi tevahî 276 hezar û 438 kes in. Di vê dema pandemîyê de jî li ber nexweşîya Covîd-19, di girtingehan de 17 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00


XS
SM
MD
LG