Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gunay: YSP’ê Bêhtirî 600 Mêvan Vexwendî Kongreyê Kirine


Ebru Gunay
Ebru Gunay

Partîya Çep ya Kesk (YSP) di 15 Cotmehê 2023’yan de li Salona Sporê ya Ataturk, dê 4’emîn Konrgreya Mezin ya Asayî çêke.

Li ser vê kongreyê li Navenda Giştî ya HDP’ê berdevka YSP’ê Ebrû Gunay preskonferansek li dar xist. Gunay, ev konrge jibo YSP’ê wek destpêkirineke nû pênase kir û ragihand ku wan bangî zêdetir 600 mêvanên bîyanî û xwecihî kirine.

“Amadekarîyên me yên teknîkî berdawam dikin. 4 meh in em li qadan xebatan dimeşînin. Me hevdîtin bi nêzîkî 30 hezar kesî re çêkirine û me 10 komxebat pêkanîne û herî dawî jî me Konferansa Jinan û Konferansa Mezin durist kir. Jibo konreyê me bangî zêdetir 600 mêvanan biyanî û xwecihî kir. Em vê kongreyê jibo xwe destpêkirina jiyaneke nû dikin”, Gunay got.

Di vê kongeryê de Partîya Çep ya Kesk, dê navê xwe, hevserokên xwe, bername û rêziknameya xwe jî biguherîne. Di rojên borî de jî ji alîyên karbidestên YSP’ê ve hate ragihandin ku wê navê Partîya Çep Ya Kesk bikin Partîya Gelên Demokratîk (Demokratîk Halklar Partîsî-DHP).

HDP Ankara
HDP Ankara

“Di vê kongreyê de guherîna tuzuk û rêvebiran jî dê çêbe. Yanê veguhertin dê bi her awayî xwe nîşan bide. Herwiha em dê navê partîyê jî bi biryara gelên xwe biguherînin. Em jinên ku dibêjin jin jiyan azadî bangî kongreya xwe dikin, em ciwanên ku jibo pêşerojê têdikoşin bangî kongreya xwe dikin. Em dîsa temamê gelên xwe dawetî kongreya xwe dikin.”

Piştî hilbijartinên 14 Gulanê, HDP’ê û YSP’ê li nêzîkî 600 cîyî bi gel re civîn çêkiribûn. Di van civînan de rexneyên ku hatibûn kirin YSP’ê dixwaze ku wan di kongreyê de li gorî daxwazên gel cîbicî bike. Ji ber vê jî rêveberîya YSP’ê girîngîyeke mezin dide vê konreyê.

“Ev konrge jibo me ji nû de destpêkirine. Emê di vê kongreyê de bêhtir beşdarkirina gelê xwe derxînin pêş û emê mekanîzmayên ku gelê me bêtir zêde beşdarî sîyasetê bibin damezirînin. Emê behtir rengê jinan, ciwanan, dayîkên ku aşitîyê dixwazin derxînin pêş. Kurdên ku dibêjin ‘berxwedan jiyan e’ ev konrge dê bibe kongreya wan”, Gunay got.

Hevserokên Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin jî dê werin guherandin.

Gelo dê kî şûna wan bigrin? Dengê Amerîkayê ji Ebrû Gunay pirsî. Lê wê bersiveke vekirî dîyar nekir û got hîn lijneya wan li ser vê kar dike.

Lê pêzanînên ku Dengê Amerîkayê bi dest xistine, tiştekî vebir nebe jî lê bi îhtîmaleke mezin parlementerê Sêrtê Tuncer Bakirhan û parlementera Hatayê Tulay Hatîmogullari Oruç dibe ku bibin Heserokên Giştî yê Partîya Gelên Demokratîk (DHP).

Raporta Deng/ Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG