Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Welî: Operasyonên li Ser Qendîlê Ne Çareserî ye


Abbas Weli

Piştî betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê, Tirkîyê tevgerek bi navê “Operasyona Pençe” li Qendîlê da destpêkirin.

Profîsor Abbas Welî ev operasyon nirxand û da dîyarkirin ku Tirkîye dê bi vê operasyonê netîcekê negre:

Wî got:

“Hemû kes dizanin; Recep Tayyîp Erdogan jî dizane, Serfermandarîya Artêşa Tirkîyê jî dizane ku bi van operasyonan dê nikaribin PKK li Qendîlê derxînin.”

Çend roj berê Serokê Iraqê Berhem Salih serdana Tirkîyê kiribû. Di vê serdanê da Operasyona Qendîlê jî hatibû qisekirin. Abbas Welî ev serdan jî nirxand û got:

“Armanca Iraqê ew e ku tîklîyên xwe li gel Tirkîyê di warê aborî û sîyasî de dewlementir bike. Daxwazên Tirkîyê dibe ku ji Iraqê hin tişt bibe. Lê bi ya min Berhem Salih gotîye heke hun bikin lê emê piştevanî nakin, bes çavkoşî bikin.”

Dr. Abbas Welî, sîyaseta HDP ya 31 Adarê jî gelek girîng dibînê. Welî dide dîyarkirin ku HDP bi vê sîyaseta xwe tiştek nîşanî dasthilatîya Tirkîyê da:

“Berî hilbijardinê 31 Adarê sîyaseta Erdogan bi dijayetîya Kurdan derdiket pêş. Lê Erdogan dît ku pêwîstîya wî bi Kurdan heye. Ev yek jî Kurdên Tirkîyê nîşanî wan de. Bi taybetî jî HDP nîşan da. Hemûyan hesabên xwe kirine. Dengê Kurdan di hilbijardinên Enqerê de û Stenbolê de zor girîng bû.”

Abbas Welî li ser hilbijartinên Stenbolê jî pêşbînîyê xwe ji bo Dengê Amerîkayê vegot. Li gorî Welî heke rewşeke awarte çê nebê dibêje ku Ekrem Îmamoglu dê serkeve:

“Ev tiştê ku ez li Stenbolê nav gel de dibînim, heke bi vî şiklî berdewam ke, 23 Hezîranê de îhtîmale Îmamoglu serkeve. Dibe ku dengê xwe li gorî 31 Adarê zêdetir jî bike.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00

XS
SM
MD
LG