Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fidan: Tirkiyê Dikare Hin Filistîniyên Ji Aliyê Îsraîlê Ve Hatine Azadkirin Qebûl Bike


Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim Al-Sanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştî ku di 2ê Sibata 2025an de li Dohayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim Al-Sanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştî ku di 2ê Sibata 2025an de li Dohayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê di sardana xwe ya li Qatarê de dîyar kir ku Enqerê dikare hin girtîyên Filîstînî yên ku ji hêla Îsraîlê ve di çarçoveya peymana agirbestê ya bi Hamasê re hatine berdan, qebûl bike.

Fîdan di preskonferansekê de li Dohayê got ku "Serokê me ragihand ku em amade ne ku hin Filîstînîyên hatine azadkirin bigirin... da ku piştgirîyê bidin peymanê."

"Tirkîyê ligel welatên din e, ku ewê di vî warî de erka xwe pêk bîne da ku peymana agirbestê çalak bimîne," wî got.

Qonaxa yekê ya agirbesta li Gazayê, li ser azadkirina 33 dîlên Îsraîlî yên ku di destê Hemasê de ne, di berdêla azadkirina derdora 1900 girtîyên ku piranîya wan Filîstînî ne ji girtîgehên Îsraîlê, ye.

Lê, gelek ji wan girtîyan piştî berdana wan wê bi awayekî mayînde werin şandinê sirgûnê.

Ji 183 girtîyên ku roja Şemîyê hatin berdan, 7 Filîstînî û Misrî hatin dersînorkirin.

Serokwezîrê Qatarê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Bîn Cessim El-Sanî jî roja Yekşemê di heman preskonfêransê de axifî.

El-Sanî eşkere kir ku wî û Fîdan di civîna xwe ya girtî de bi giranî li ser "pêşketinên li herêmên Filîstînê yên dagîrkirî û Sûriîyê" gotûbêj kirine.

Qatar li gel Misir û Amerîka yek ji danûstandinerên serekî yên agirbesta Gazayê ye.

Serokwezîrê Qatarê bang li "hemû aliyan kir ku rêzê li tevahîya xalên peymanê bigirin û dest bi qonaxa duyemîn bikin."

Li gor ofîsa wî, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê roja Duşemê li Washingtonê bi nûnerê Serokê Amerîka Donald Trump yê Rojhilata Navîn re bicive, û wê dest bi gotûbêjkirina qonaxa duyem ya pêymanê bike.

Jibo danûstandinên fermî yên ku navbeynkar û şandeyên Hamas û Îsraîlê bicivin, hîn dîrokek nehatiye destnîşankirin, ku qonaxa yekem ya 42 rojan wê meha bê bi dawî bibe.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG