Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Piştî 13 Rojan ji Erdhejê 2 Kesan Rizgar Dike


Tîmên rizgarkirinê yên Tirkiyê roja Şemiyê sê kes bi saxî ji bin kavilan derxistin, 13 roj piştî erdhejeke mezin ku bi deh hezaran kes tê de mirin, lê zarokekî 12 salî paşê mir.

Zêdetirî 43,000 kes mirin piştî erdheja bi pileya 7,8 ku başûrê rojhilatê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejand, ku di nav sedsalan de karesata xwezayî ya herî kujer li herêmê ye.

Tîman li dirêjiya hefteyê kesên sax dîtine tevî ku demeke dirêj di bin kavilan de di hewayake cemidî de asê mane, lê hejmara ku bi saxî hatine rizgarkirin di çend rojên borî de daketiye.

Yarîzanê footbolê yê berê yê navnetewî yê Ganayê Christian Atsu di nav miriyan de bû piştî ku rêvebirê wî roja Şemiyê piştrast kir ku laşê wî di binê avahiyeke hilweşiyayî de li bajarê Antakya hatiye dîtin.

Ajansa nûçeyan a dewletê Anadol dîmenên rizgarkeran parve kirin ku jin û mêrek û her wiha zarokekî li Antakyayê 296 saetan di bin kavilan da man, derdixin. Ajansê piştre ragihand ku zarok tevî hewldana rizgarkirina wan mir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca dîmenek parve kir ku jina 40 salî li nexweşxaneyeke meydanî tê dermankirin û wî di twîtekê de got "ew hiş e."

Ev rizgarkirin tê piştî ku tîman roja Înê zilamekî 45 salî ji bin kavilan derxist, çend demjimêran pişt re jî, sê kesên din, di nav de xortekî 14 salî, sax di bin kavilan de hatin dîtin.

Alîkarê Serokê Tirkiyê Fuat Oktay roja Înê got ku xebatên rizgarkirinê li kêmî 200 cihan dewam dikin, di demekê de ku tîm ji bo dîtina kesên sax her hewlekê didin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG