Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Nêzîkî Sê Hefteyan Hin Rizgarbûyên Erdheja Tirkiyê Hîn Bê Sitargeh in


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Omran Alswed û malbata wî nêzîkî sê hefte piştî erdheja mezin li başûrê Tirkiyê hîn jî di stargehên demkî de dijîn, ji ber ku nekarîn li kampek fermî cîh bibînin.

Nêzîkî du mîlyon mirovên ku ji ber erdhejê bê mal mane, li kon, hewangehên demkî û dezgehên din ên li herêmê û derveyî herêmê têne bicihkirin, li gorî rayedarên Tirk, lê Alswed yê 25 salî, got ku malbata wî ya mezin hîna sûd wernegirtiye.

Alswed ku li zanîngeha Sêrtê ya li başûrrojhilatê Tirkiyê beşê perestdariyê xwendiye, wiha got: "Xaniyên me gelek ziyan dîtine ji ber vê yekê me xwe li vir, li baxçeyekî taxa xwe girtiye."

Alswed yê kuAntakyayê di cihekî demkî de dimîne, got, "Pirsgirêka herî mezin kon in. Ev bû 19 roj û me hîna konekî tenê wernegirtiye. Me jî daxwaz kir ku em derbasî kampeke konan bibin, lê wan got ku yên li nêzîk tijî ne."

Alswed û dora 60 Sûrîyên din, ku bi kêmanî 12 zarok jî bi wan re ne, li kêleka rêya bajarê Reyhanliyê di 11 stargehên ku ji plastîk, betanî, kerpîç û perçeyên betonê yên avahiyên xerabûyî pêk dihat, diman.

Serokê Rêveberiya Rewşa Awarte û Karasatn a Tirkiyê (AFAD) duh bi şev ragihand ku li Tirkiyê jimara miriyan gihîştiye 44, 218 kesan û bi giştî Sûriyê jî di nav de 50,000 kes mirine.

AFADê diyar kir ku li Tirkiyê li herêma erdhejê zêdeyî 335 hezar kon hatine vegirtin û li 130 cihan jî hewangeh hatine avakirin. Nêzî 530 hezar kes ji herêma erdhejê hatine derxistin.

Alswed got ku ew telefonî jimareyên têlefonên fermî dike û bi AFAD û komên din ên alîkariyê re li ser rewşa wan, di nav de daxwaza konan axiviye, di demekê de ku rêxistinên sivîl ên piçûk ji zarokan re xwarina qutiyan, kaxizên destavê û hin pêlîstok anîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG