Li ber xalên Yektîya Ewrupayê Tirkîyê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazînê eşkere kir.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîneke berfireh da Pakêta Reforma Darazînê pêşkêşî raya giştî kir.
Erdogan da dîyarkirin ku, bi vê pakêtê kêşeyên ku li pêşîya darazînê hene dê çareser bin.
Di vê Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazînê de tê dîyarkirin ku, li gorî pîvanên Yekîtiya Ewrupayê di azadîya dadê, azadîya derbirînê, azadîya medyayê, serberstkirina civîn û xwepêşandanan, parastina mafên mirovan û azadîya darazînê de wê çareserîyên girîng çêbin.
Lê hin hiqûqnas di vî alî bê hêvî ne. Dibêjin ku li Tirkîyê mesele ne tenê derxistina zagonan ne, arîşa herî mezin di bikaranîna zagonan de derdikeve pêş.
Hiqûqnas Cahît Kirkazak jî yek ji van kesan ne. Kirkazak, dibêje ana zagonên ku li Tirkîyê hene heke bihatana cî dê gelek pirsgirêk çareser biba:
“Li Tirkîyê ser hev zagon tên derxistin. Gava em zagonên Tirkîyê temaşe dikin, belê dibe ku hin kêmasî bibin, lê li vê derê ji kêmasîya zagonan zêdetir, kêmasîya herî mezin bikaranîna zagonan in. Ana Makezagona Tirkîyê wek demsala digore. Yê ku bi kar tînin li gorî kêfa xwe bikar tînin. Ev jî bivê nevê kêşa darazînê dedixe holê.”
Kirkazak dide xuyakirin ku ev Belgeya Stratejîk ya Reforma Darazînê ji bo ku çevên Yektîya Ewrupayê boyaxbikin hatîye amadekirin. Ji bo vî jî Kirkazak wiha dibêje:
“Yektîya Ewrupayê zêde vî alî de ser Tirkîyê de naçe, kêmek bi newêrîn nêzîk dibe. Sedema wî jî ewe ku heke Tirkîye eciz bibe, dibe ku kêşa pênabera derxîne pêşîya Yektîya Ewrupayê. Li ber vî jî Ewrupa zor tiştên Tirkîyê bi nebînî nêzîk dibe.”