Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Bo Penaberên Li Tirkiyê 10 Mîlyon Euro Hatin Veqetandin


presconferans
presconferans

Ji bo penaberên Sûrîyê ku li Tirkiyê dijîn ji alîyê serokatîya Delegasyona Tirkiyê ya Yektîya Ewrupayê, Wezareta Tirkiyê ya Pîşesazîyê û Teknolojîyê û Navenda Pêşxistina Polîtîkayên Koçberî yê Navnetewî (ICMPD) 10 mîlyon Euro bexş (hîbe) hatin veqetandin.

Ji bo danasîna vê bernameya bexşê serokê Delegasyona Tirkîyê ya Yektîya Ewrupayê Nîkolaus Meyer-Landrut, Alîkarê Wezîrê Tirkiyê yê Pîşesazî û Teknolojîyê Çetin Alî Donmez û Dîrektorê ICMPD’yê Martin Pluim hatin ba hev û pêkve li ser çereserkirina pirsgirêkên pênaberên Sûrîyê sekinîn.

Meyer-Landrut, li vê derê di axaftina xwe de li ser pêşxistin û girîngîya projeyên penaberan sekinî û bal kişan ser penaberên Tirkiyê.

Nîkolaus Meyer-Landrut
Nîkolaus Meyer-Landrut

Meyer-Landrûd di axaftina xwe de wiha got:

“Em li ser van meseleyan bi hikûmeta Tirkiyê re her gav di nav pêwendîyan de ne. Ana li Tirkiyê nêzîkî 4 mîlyonî penaber hene. Ji bo çareserkirina kêşeyên penabera barê ku bikeve ser milê me em amade ne. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêkeke giştî ye. Li ber hewildanên Tirkîyê jî em spas dikin.”

Li ser navê Tirkiyê, Alîkarê Wezîrê Tirkiyê yê Pîşesazî û Teknolojîyê Çetin Alî Donmez qise kir. Donmez li ser rewşa penaberan di warê madî û derunîyê de sekinî û wiha qise kir:

“Em wek Wezaret, ajansên pêşketinê û ICMPD li gel Yektîya Ewrûpayê van porjeyan dimeşînin. Saleke berê me dest bi van projeyan kiribû. Lê her çiqas bandora pandemîyê heta niha bidome jî, em di vî warî de gelek rê meşîyan. Em bi van porjeyan alîkarîya penaberan dikin. Ana li Entep û Urfayê ev projeyana dimeşin. Girîngîyan van projeyan bes di warê madî de tenê nîne, di warê derûnîyê de jî gelek girînge.”

Çetin Alî Donmez
Çetin Alî Donmez

Li Tirkiyê penaberên Sûrîyê hejmarê wan her meh zêde dibin. Li gorî lêkolînên Komeleya Pênaberan bes di nav meha Hezîranê 2021 an de hejmarê pênaberên Sûrîyê 11 hezar 985 zêdebûye. Li Tirkiyê hejmarê penaberan yên giştî, ku li bajaran rudinên gîhîştîye 3 mîlyon 628 hazar û 440 kesî.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00



XS
SM
MD
LG