Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riyaksyonên Li Hemberî Binçavkirina Zanayên Kurd Li Tirkîyê


Di rojên çûyî de li ber operasyona ku li ser zanayên olî hatibû çêkirin, serokên ramanê yên Kurd bertek nîşan dan û dan xuyakirin ku bila yekser zanayên Kurd werin berdan.

Li ber lêpirsîneke Serdozgerê Komarî, bajarê Stenbol di serî de li gelek bajaran li ser endam û serokên Komeleya Zanayên Olî (DÎYA-DER) û Kongreya Îslam ya Demokratîk (DÎK) yekwextî operasyon hatibûn çikirin û 25 zanayên olî yên Kurd hatibûn binçavkirin. Ev binçavkirin hê jî didome.

Nurettin Sonmez
Nurettin Sonmez

Li ber van girtina serokê ramanê yên Kurd jî bertek nîşan dan. Sîyasetmedar û zanayê olî Nûrettîn Sonmez ev binçavkirinan wek êrîşeke ser Kurdan nîşan da û wiha got:

“Ev operasyona ku li ser zanayên Kurd hatîye çêkirin berî her tiştî bûyereke sîyasîye. Di demên berê de jî himan tişt çê bûn. Ev binçakirin tiştekî rewa nîne, bilakis tiştekî bê wîjdanîye û bê exleqîye. Em li vir bang dikin bila yekser ev zanayên olî bên berdan.”

Diyadin Firat
Diyadin Firat

Binçavkirina zanayên olî nevîyê Şêx Saîd Dîyadin Firat jî nîrxand. Firat dadîyarkirin ku ev kesana xizmeta olû û xizmeta Kurd kirine û li ber vî hatine girtin. Firat qisên xwe wiha didomîne:

“Ev zanayên olî û yên Kurd bi salane xizmete ol û xizmeta gelê Kurd dikin. Zanayên olî kesên bê zirar in, pirê wan feqîrîn zirara wan ne ji bo dewletê û ne jî ji bo hikûmetê heye. Ji ber ku Kurdin hatine girtin. Daxwaza me ewe ku yekser bila bên berdan.”

Di rojên çûyî de Alîkarê Hevserokên HDP’ê û Berpirsê Bawerî û Mafan Tulay Hatîmogulları jî, li Navenda Giştî ya HDP’ê pereskonferansek durist kiri û binçavkirina zanyaran şermezarî kiribû û yekser berdana wan daxwaz kiribû.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00


XS
SM
MD
LG