Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD: Di 2 Salan de li Tirkiyê 2,722 Kes Hatine Kuştin


Komela Mafê Mirovan li Amedê raportek eşkere kir ku li ser encama pevçûnên du salên dawî hatiye amadekirin.

Raport ji aliyê Racî Bîlîcî, Serokê Komela Mafê Mirovan yê Amedê ve hat xwendin.

Raport ji kuştina 2 polêsên li serêkaniya navça Ruhayê ve destpêdike ku ew bûyer bû sedema têkçûna pêvajoya çareseriyê.

Rapor balê dide ser kuştina sivilan ku di dema qedexe û operasyonan de jiyana xwe ji dest da.

Hatiye destnîşankirin ku li bajar û navçeyên qedexe hat îlankirin 448 sivîl ji aliye hêzên ewlekeariyê hatine kuştin, 379 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên bombeyî yên PKK pêk aniye li ser navendên ewlekariyê de jî 129 sivîl û leşker û polês hatine kuştin, 588 kes birîndar bûne.

Di raportê de behsa kesên ji aliye PKKê de hatine revandin jî tê kirin ku 97 polîs, leşker, karmend ji aliye PKK hatine desteserkşirin ku 30 kes bi alikariya heyetên sivîl serbest hatine berdan.

Ji bo agahiyên berferehtir, faylê deng veke

Raporta Xecîcan Farqîn 26_08_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00

XS
SM
MD
LG