Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhat Encû: Doza Roboskî Ji Ber Bêhiqûqîyan Encam Nade


Li Tirkiyê di sala 2011 an de li Roboskî ji alîyên balefirên şer ve êrîşî kesên sîvîl hatibû kirin û 34 hemwelatîyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li ser komkujîya Roboskî 10 sal borî lê heta niha jî di warê hiqûqî de hîç encamek derneketiye.

Malbatên kesên ku rastî komkujîyê hatine li pey doza Roboskî destbernadin. Di 9 Nîsanê 2021 an de ji alîyê malbat û parêzvanan ve duyem car serî li zagona bingehîn hate dayin.

Endamê Lijneya Birêveberîya Merkezî ya HDP’ê Ferhat Encû jî di vê komkujîyê de xizmên xwe winda kiribû. Encû radigîhîne ku hiqûqa ku ana li Tirkiyê di merîyetê de ye ji bo cezakirina kiryara hiç bawerîyeke nade û gaveke jî navêje:

“Ji alîyê balefirên Tirkiyê de êrîş hate çêkirin 34 mirov jiyana xwe ji dest da. Heke dewleteke hiqûqê heba ji zû ve encameke dê derketa. Lê mixabîn yên ku ana hiqûqê qontrol dikin û li gorî konjektura Tirkiyê hêvîya me tune ne ku encameke erênî derkeve.”

Doza Roboksî ya yekemîn ji alîyê Zagona Bingehîn ve hatibû redkirin. Lê doza duyemîn li ser daxûyanîyên Wezîrê Enerjîyê û Aborîyê cardin hate vekirin. Ferhat Encû vê yekê jî wiha radigîhîne:

“Di axaftinake xwe de Wezîrê Enerjîyê û Aborîyê gotibû ku, ‘Dibe ku bûyera Roboskî FETO çêkiribe”. Me jî duyem car li ber vî serî li Zagona Bingehîn da. Komkujîya Roboskî suceki mirovahîyê ye, ser de dem derbas nabe. Heta ku encamek derkeve emê vê doza xwe bidomînin.”

28 Berfanbarê 2011an de li Roboskîyê ji alîyê balefirên Tirkiyê ve êrîşek li ser kesên sîvîl hatibû kirin û 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Pişt re serî li Zagona Bingehîn hate dayîn û red derket. Parêzvanên Roboskîyê ev doz bir Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrûpayê. Li ber hin ewraqên kêm Dadgeha Ewrûpayê jî ev doz red kir. Li ser Daxûyanîyê Wezîrê Enerjîyê û Aborîya Tirkiyê parêzvanên Doza Roboskîye 9 Nîsanê duyem car serî li Zagona Bingehîn dan. Heta niha ji Zagona Bingehîn encamek derneketiye.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00


XS
SM
MD
LG