Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Diyarbekirê Cezayê Hetahetayê Da Kameramanekî Kurd 


Rojhat Dogru
Rojhat Dogru

Dadgeha Diyarbekirê, cezayê hetahetayê û 12 salan li kameramanê Kurd Rojhat Dogru birî.

Evûqatên wî jibo betalkirina biryarê dozê dê bibin Dadgeha Heremî lê hevjîna Rojhat, Sarya Dogru jibo bersivek erenî ne xweşbîn e.

Di dema buyerên Kobaniyê de di sala 2014an de Rojhat Dogru di nûneratîya Diyarbekirê ya kanala Gelê Kurdîstanê (GK) ku li bajarê Silêmanî weşanî dikir kameraman bû. Wek hemî kamermanan, wî jî buyerên Kobanê yên 6 û 8ê Cotmeha di sala 2014an de li bajarê Kurdan qewimî şopand.

Li navça Baglera, Rojhat dema dîmen pevçûnek çekdarî ya di nav endamên partîya Hudapar û HDPê de digirt birîndar bû. Lê wî karê xwe domand. Dîmenên wî di gelek ajansên navnetewî de hatin belavkirin û Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhelatê Tirkiye (GGC) jibo van dîmenan Rojhat weke 'Kameramanê Salê' xelatkir.

Hevjîna Rojhat, Sarya Dogru da zanîn piştî salek endamek Hudaparî li Rojhat gilî kirîye û îdia kiriye ku 'di destekî Rojhat Dogru de kamera di destê din de çek hebûye û ew jî di nav pevçunê de cî girtîye, Rojhat ew birîndar kirîye.'

Sarya li dijî van îdiayan derdiveke: ''Rojhat jibo kare rojnamegerîyê jiyana xwe kir bin xeteriyê, kameramanek serkeftî ye, ev îdia ji bin ve derew in.''

Hevjîna Rojhat da xuyakirin, ew dem kanala ku Rojhat tê de kar dikir ketîye nav kêmasîyek mezin jiber ku dîmenÊn belav kirin, dîmenên ku sûretê Rojhat jî xuya dike belav kirine.

''Ew jî weke delîl li dijî wî hate bikaranîn.''

Rojhat jiber vê dozê 6 mehan girtî ma û dema li girtîgehê ji hevalê xwe yê li girtîgehê 500 lîre pere deyn kirîye. Piştî ku tahliye bûye jibo deynê xwe bide 500 lîre şandîye girtîgehê.

Sarya got:

''Lê ev pere jî weke delîlê alîkarîya diravî ya jibo rêxistina terore hatîye destnîşankirin û 12 sal cezayê zindanê jî jibo perê deyn lê birîn''.

Wê got:

''Di bûyerên Kobaniyê de medya Tirkîye, daxuyanîyên fermî de her digotin alîgirên HDP bi çek bûn, êrîş kirin lê bi dîmenên Rojhat derket holê alîgirên Hudaparê jî bi çek bûne. Jiber ku rastiyek derrxistîye holê Rojhat tê cezakirin.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00


XS
SM
MD
LG